ROJEVA 2'Ê HEZÎRANA 2020'AN 2020-06-02 09:06:11   * Revebirê Saziya Kurdên Bê Sînor a Parîsê Kadar Pîrê, anî ziman ku Hikûmeta AKP'ê siyaseta ku li Sûriye pêş xist û têk çû, niha li Libyayê dixe meriyetê. Pîrê, da zanîn ku piştî Hikûmeta Tirkiye li Serêkaniyê, Efrînê û Grê Spî li dijî YPJ-YPG'ê têk çû êdî nikare paşve vegere û eger vegera dê perçe bibe û wiha got: "Tirkiye, hem ji bo berjewendiyên aborî û hem jî ên siyasî çeteyan dişîne Lîbyayê."     * Prof. Dr. Doganay Tolûnay, anî ziman ku şewb ji ber mudaxileya mirovan a li ekosîstemê çêdibin û her mudaxile wekî şewb, ziwabûn û krîza avhewayê vedigere û got: "Êdî divê em wekî çavkaniyeke belaş li xwezayê mêze nekin."    * Havva Kiran (65) ku di lêpirsîna der barê Komeleya Jina ya Rosayê de hatibû binçavkirin û paşê hatibû berdan, heta niha 5 caran hatiye binçavkirin û der barê wê de 106 lêpirsîn hatine destpêkirin.    * Piştî bazara amûrên kevn hat girtin bi sedan esnafên seyar mexdûr bûn. Esnafan got: "Di bêrîka me de heqê nan jî tuneye."    * Danişîna doza Hevşaredara Qoserê Nilüfer Elik Yılmaz û Hevşaredara Stewrê Gulistan Oncu dê li Edliyeya Mêrdînê bê dîtin. (10.30)   * Endamên Sendîkaya BTS'ê, dê li dijî sirgûna endamên xwe li Amed, Stenbol, Edeneyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)   * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, dê têkildarî geşedanên dawî li Şaxa Egîtîm Sen-1'ê dağxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)   * Şaxên SES'ê dê li gelek bajaran dê têkildarî endamên xwe, daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00-13,00)    * Rêxistinên HDP'ê yên Mêrdîn, Rezan, û Rêya Armûşê, dê têkildarî kuştina ciwanê li Enqere muzîka Kurdî guhdar kir û hat kuştin, li pêş avahiya partiya xwe daxuyaniyê bidin çapemeniyê. ( 11,30-14.00)   * Rêxistinên Ciwanan, bi armanca tundiya polîsan şermezar bike, dê li pêş Peykerê Ga yê Kadikoya Stenbolê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (18.00)