Malbata Kartal: Bila girtiyên nexweş bên berdan 2020-06-01 14:39:10   MANÎSA - Malbata Vefa Kartal ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da û piştre cenazeyê wî hat revandin beyî malbatê defin kirin. Malbata Kartal, bang li rayedaran kir û xwest hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan.   Girtiyê nexweşê giran Vefa Kartal li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê jiyana xwe ji dest dabû. Piştî malbatê cenaze ji Edîrneyê girtin û anîn Manîsayê, polîsan cenaze ji malbatê revandin û bêyî malbatê li cihê hatibû diyar kirin, defin kirin. Polîs dûre li malbatê geriyan û ji wan re gotin: “Me cenazeyê we li Goristana Kirtik defin kir.”  Malbata Kartal diyar kirin ku kurê wan 26 sal berê di 12'ê Çileya 1994’an de ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ve hat darizandin û rastî cezayê muebeta giran hat. Xwişkên Wefa Kartal diyar kirin ku dayika wan Refîka Kartal 4 sal berê bi hestera kurê xwe jiyana xwe ji dest daye û wiha gotin: "Dayika me 10 salan wêneyê kurê xwe Wefa danî ber serê xwe. Dawiya dawî bi hesreta kurê xwe mir. Herî dawi beriya şewb belav bibe me di hevdîtinê de birayê xwe dît. Piştî rojiya mirinê ya 96 rojan, ji bo dermankirinê biribûn nexweşxaneyê. Lê wî qebûl nekiribû ku tevî kelepçeyê muayine bikin. beyî wî derman bikin dîsa biribûn girtîgehê. Pitre heta 3 mehan qe nehat dermankirin. Ji bo dermankirinê me serî li rayedaran da, lê ev daxwaza me nehat qebûlkirin."      ‘TÊKOŞÎNA ME DÊ BIDOME'    Malbata Kartal anî ziman ku bi zagona înfazê kesên ji taciz, tecawiz û mafya hatin berdan, lê kesên ji ber siyaset û fikra xwe girtî ne nehatin berdan û wiha gotin: "Em dixwazin hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan. Di vê pêvajoya şewbê de kesên ketine xwîna mirovan û mirov kuştine hatin berdan. Lê kesên ji ber fikrê xwe nayên berdan. Birayê me li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Em dixwazin girtiyên din ên nexweş bên berdan."    Hat diyar kirin ku polîs bê navber bi maşîneyên zirxî li dora malbata Kartal diçin û tên û tundilê li ser malbatê dimeşînin.