Kesekê Nûrcan Polat kuşt hat girtin 2020-06-01 14:20:48   AMED - H.P. ê bi Qanûna Înfazê ji girtîgehê derket û hevjîna xwe Nûrcan Polat kuşt, hat girtin.     H.P. ê bi Qanûna Înfazê ji girtîgehê derket û li Kolana 187’emîn a Taxa Mûradiye ya navçeya Rezan a Amedê hevjîna xwe Nurcan Polat a li mala xwe bû kuşt, hat girtin. H.P. ê hevjîna xwe kuşt û ji cihê bûyerê reviya hatibû binçavkirin. Piştî ku H.P. li Midûriyeta Polîsan îfade da, sewqî edliyê hat kirin û dûre hat girtin.