Rêxistinen pîşeyî: Tê xwestin muxalefet bê bêdengkirin 2020-06-01 14:11:18 EDENE - Rêxistinên pîşeyî, li ser banga Paltforma Şaxên KESK’ê yên Edeneyê, bertek nîşanî guhertina ku tê xwestin di pergala hilbijartinan de bê kirin, dan û ev tişt gotin: “Tê xwestin dengê muxalefeta civakî bê qutkirin.”   Li Edeneyê rêxistinên pîşeyî û sendîkayan, li ser banga Paltforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) yên Edeneyê, bi daxuyaniyekê bertek nîşanî guhertina ku ji aliyê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ve tê xwestin di pergala hilbijartinên baro û ôdeyên bijîjkan de bê kirin, dan. Daxuyanî li Parqa Heykellî hat dayîn û nûnerên TMMOB, Tum Bel-Sen, DİSK, Baroya Edeneyê, Odeya Bijîjkan a Edeneyê, ESP, ÎHD, EMEP’ê û parlamenterên CHP’ê Bûrhannettîn Bûlût, Ayhan Barût, Muzeyyen Şevkîn û Orhan Sumer de tevlî daxuyaniyê bûn.   ARMANCA AVAKIRINA SAZIYÊN NÛ YÊN ALÎGIR E   Berdevkê Demê yê Paltforma Şaxên KESK’ê yên Edeneyê Mehmet Çelîk, daxuyanî da û diyar kir ku baro û odeyên pîşeyî di hedefa desthilatê de ne û wiha got: “Mudaxaleya baro û odeyan wê hîqûqa ku gelek kêm maye jî ji holê rake. Armanca hikûmetê ew e ku saziyên nû yên alîgirên xwe ava bike û civakê bê rêxistin bêhile û muxalefeta civakî bêdeng bike. Weke KESK’ê em ê bi hêzên demokrasi û kedê di nav piştevaniyê de bin û têkoşîna xwe bidomînin.”