Di serdana gunde 56 kes bi vîrûsê ketin 2020-06-01 14:10:03   AMED - Li gundê Gozelî ya girêdayî Peyasê 56 kes bi şewba vîrosa koronayê ketin. Gund xistin karantînayê.   Li gundê Gozelî ya navçeya Peyas a Amedê 56 kes bi vîrûsa koronayê ketin. Gund ji ber vê xistin karantînayê. Li gorî agahiyan, kesekê ku bi şewbê  ketibû diçe serdana malbat û xizmên xwe yên li gund. Piştî serdana vî kesî 56 kesa li gund bi şewbê dikevin. Piştî li gund şewb hat tespîtkirin, testa 55 kesên din ên şewba vîrûsa koronayê hatin kirin. Di nava kesên testa wan hatin kirin de jin û zarok jî hene.