Gelo bi copê tecawizî M.E.C. kirin? 2020-06-01 13:11:36   AMED - Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, îdîayên tecawîza bi cop û îşkenceya li Midûriyeta Polîsan a Amedê li M.E.C. hatin kirin bir rojeva Meclîsê.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Remziye Tosûn, îşkenceya li Midûriyeta Polîsan a Amedê li M.E.C. ê berpirsê kuştina polîsekê tê girtin hat kirin,  bir rojeva Meclîsê. Tosûn ji bo ku Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay bi bersivîne pêşniyaz pirs da.    Tosûn di pêşniyaz pirsa da de wiha  got: “Piştî li Taxa 5’ê Nîsanê ya navçeya Rezan a Amedê polîsek hat kuştin, 3 kes hatin binçavkirin. Yek ji kesê hat binçavkirin M.E.C. bû. Wêneyên M.E.C. ê dema dibin  Miduriyeta Polîsan û îşkenceya li miduriyeta polîsan lê hatibû kirin, ji aliyê şewirmendê parlamenterê MHP'ê Emre Soylu ve li ser hesabê twîtterê hat parvekirin. Hat îdîakirin ku M.E.C. dibin rastî tecawîza bi cop hatiye û îşkence lê hatiye  kirin.”   ÎDÎAYA TECAWÎZA BI COP   Di pêşniyaz pirse de ev pirs ji Oktay hatin kirin:    “*Gelo îdîaya îşkenceya li Miduriyeta Polîsan a Amedê li M.E.C. hat kirin raste?   * Hat îdîakirin ku M.E.C. ê dibin çavan de rastî tecawîza bi cop hatiye. Gelo wê derbarê van îdîayan de dest bi lêpirsînekê kir?    * Gelo kî ev wêne ji şewirmendê parlamenterê MHP'ê yê Mêrsînê Emre Soylu re şandin û bi kîjan armancê şandin?    * Gelo rewşa tenduristiya M.E.C. ê dibin çavan de ye û hat îşkencekirin, çawan e?”