Îşkenceya li qereqolê li gorî midûriyeta polîsan 'Hêza bi kontrol e' 2020-06-01 11:34:06 AMED - Midûriyeta Polîsan a Amedê ji bo îşkenceya li M.E.C. hat kirin got "Lêgerîna zirav" û "Hêza bi kontrol' hatiye kirin.  Piştî li Navçeya Rezan a Amedê polîsek hat kuştin, 3 kes hatin binçavkirin. Yek ji kesê hat binçavkirin M.E.C bû. Piştî M.E.C, hat binçavkirin polîsan wêneyê îşkenceyê parvce kir. Wêne ji aliyê şewirmendê parlamenterê MHP'ê Emre Soylu ve li ser hesabê twîtterê hat parvekirin. Piştî bertek zêde bûn Midûriyeta Polîsan a Amedê têkildarî wêneyê îşkenceyê daxuyanî da. Midûriyeta Polîsan a Amedê têkildarî wêneyê îşkenceya ku li M.E.C. hatiye kirin daxuyanî da. Midûriyetê ji bo wêneyê hat parvekirin got: "M.E.C. bi daxwaza xwe teslîm bûye. Lêgerîna tazî hatiye kirin û hêza bi kontrol hatiye kirin."