Muslim: Pêngava diyalogê wê di demek nêz de dest pê bike 2020-06-01 11:01:50 NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Konseya Hevserokatiya PYD'ê Salîh Muslim, diyar kir ku wan encamek erênî ji pêngava yekemîn a yekitiya neteweya kurd girtin û got: "Pêvajoya yekemîn a diyaloga Kurd-Kurd erênî bû û di demek nêz de dê pêvajoya duwemîn dest pê bike. Dê pêkhatina yekîtiyê bandorê li rewşa Sûriyê, Kurdistanê û Rojhilata Navîn bike.” Piştî daxuyaniya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî yên derbarê  xebatên yekitiya neteweya kurd de, endamê Konseya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salîh Muslîm jî daxuyaniyek da.    Muslin pirsên Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) bersivand û wiha got: "Mijarên danûstandinên pêvajoya yekemîn girêdayî mijarên siyasî yên hevbeş bûn, ew nîqaş jî erênî bûn. Dê hêz û partiyên nû tev li pêvajoya duyemîn bibin. Her lihevkirinek an jî avakirina lêvegerekê li Rojava dê ji parçeyên din ên Kurdistanê re bibe nimuneyek.”   PÊNGAVA YEKEMÎN DI NAVBERA PYD Û ENKS'Ê DE BÛ   Muslim, diyar kir ku mijara herî girîng di pêvajoya yekemîn a diyalogê de ew bû ku danûstandina di navbera aliyên siyasî yên li  Rojava de pêk hat û wiha axivî: " Di demên dawî de dûrketin di navbera partiyên siyasî de hebû. Nêrînên cuda, ne bawerî di navbera aliyan de û hinek aliyan rolek neyînî lîstin û bi zanabûn hewl dan Kurdan parçe bikin. Gava yekemîn a diyalogê, di navbera PYD û ENKS’ê de bû. Di vê pêvajoyê de, em gihaştin encaman ku gelek nuqteyên hevbeş di navbera me de hene. Mirov dikare li ser wan lihev bike û deriyê nîqaşan vebike. Niqaş jî bi awayekî erênî meşiyan. Tişta balkêş di danûstandinan de ew e ku cudahî di navbera nêrînên siyasî de tune bûn. Bi taybet mijarên sereke mîna têkiliyên bi rejîma Sûriyê û çi jê tê xwestin. Hêzên opozîsyona derve û têkiliyên derve. Di danûstandinên pêvajoya yekemîn de herî zêde û girîng, mijarên siyasî yên hevpar hatin nîqaşkirin û ew jî erênî bûn."   NÊRÎN ERÊNÎ BÛN   Muslim, da zanîn ku nêrînên kesên tevlî nîqaşên diyalogê bûn erênî bûn û wiha bi lêv kir: "Tenê PYD û ENKS’ê hinek çavdêrên ku tenê nêrînên xwe girêdayî mijarên gotubêjkirî dan, tev li diyalogê bûn. Nêrînên kesên tev li diyalogê bûne erênî bûn. Pêvajoya yekemîn li ser daxwazana ENKS`ê pêk hat. Wan got gelek mijar hene divê bi PYD`ê bêne nîqaşkirin. Wan dixwest nêrîna me nas bizanin. Beriya niha jî gelek diyalog lidar ketin, mîna Hewlêr 1 û 2 û Dihok di 2014`an de. Di nîqaşên dawîn de hate pêşniyarkirin diyalog li gorî peymana Dihokê 2014`an werin meşandin. Lê ji ber rewşa heyî, divê ew peyman hinekî were guhertin. Ji ber ku ew lihevkirin beriya 6 salan bû. Piştî wê gelek guhertin li herêmê çêbûn. Her wiha di wê demê de lihevkirin di navbera Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê, ENKS û partiyê de bû. Nîqaş dê di navbera hêz û partiyên ku dê lêvegereke Kurd ava bikin û herêmên li gorî peymana Dihokê were birêvebirin de be."   DAN Û STANDIN WÊ DEMEK NÊZ DE DEST PÊ BIKIN   Muslim, di dewama axaftina xwe de wiha got: "Nûnerên  25 partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd dê bi rêya avakirina komîteyekê tev li diyalogê bibin. Ew li benda bersîva ENKS`ê ne da ku tev lê bibin. Li gorî agahiyan, ENKS amadekariyên xwe di vî warî de temam kirine û ew amade ye. Li gorî texmînên min danûstandin dê di demek nêz de destpê bikin. Rewşa Rojava hesas e. Pêkhatina yekîtiyê li ser asta Kurdistanê pêwîstiyek bi lez e. Niha em hewl didin di vî warî de li Rojava gavan bavêjin. Lihevkirina di navbera partiyên siyasî de têrê nake. Lê dîsa jî gavek baş e. Di pêşerojê de dibe ku kongreyek an jî konferansek bi tevlibûna tevahiya çînên civakê lidar keve. Ji ber ku partiyên siyasî beşek ji civakê ne. Gava yekemîn; pêkhatine lihevkirinê di navbera partiyên siyasî de ye. Gava duyemîn jî avakirina lêvegerek niştîmanî bi tevlibûna tevahiya çînên civakê ye. Ger ev lêveger ava bû, dê li tevahiya Kurdistanê fireh bibe. Bi nêrîna min her lihevkirinek an jî avakirina lêvegerekê li Rojava dê ji tevahiya Kurdistanê re bibe nimune."   WÊ BANDORÊ LI HEMU PARÇEYAN BIKE    Muslim bal kişan ser girîngiya yekitiyê û wiha pê de çû: "Pergala li herêmên me niha tê meşandin, Kurd herikbarê wê ye. Pergalek ku her kesî hemêz dike hate avakirin. Ger yekîtî pêk hat û pê hate îtîrafkirin, dê bi awayekî yekser bandorê li rewşa Sûriyê bike. Dê hemû hesabê Kurdan bikin. Her wiha dê bandorê li parçeyên din ên Kurdistanê û Rojhilata Navîn bike. Bi texmîna min ger Kurd bi awayekî rast û dirust li hev bikin, dê li Rojhilata Navîn bibin pêşengê projeya demokratîk. Gelê Kurd ji aliyên siyasî, ideolojî û fikrî ve xwedî karîn e ku vê yekê bike."   DIVÊ LIHEVKIRIN BÊ PARASTIN    Salih Muslim, bibîr xist ku divê li hevkirin bê parastin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ger lihevkirinek Kurd pêk hat, wê demê têkilî bi, gelê Tirk, gelên din û hêzên herêmê re pêkan dibe. Lê divê ev têkilî ne li dijî lihevkirina Kurd be. Berovajî wê divê siyaseta Kurd a ku hêzên Kurd li ser lihevkirin e were meşandin û bê parastin."