Polîsan cenazeyê Kartal ê girtiyê nexweş revandin û definkirin 2020-06-01 10:34:18 MANÎSA - Polîsan cenazeyê girtiyê nexweşê giran Vefa Kartal ê di Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê de jiyana xwe ji dest da revandin û beyî malbatê defin kirin.  Polîsan cenazeyê girtiyê nexweşê giran Vefa Kartal ê di Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê de jiyana xwe ji dest da revandin û beyî malbatê defin kirin. Malbatê wê cenazeyê Kartal dun ji Zanîngeha Trakya bigirta û îro li kêleka dayika wî ya berî 4 salan li Manîsayê jiyana xwe ji dest dabû, defin bikiran. Polîsan di rê de rêgeha wesayîta cenaze guhertin, cenaze revandin û bêyî malbatê li cihê hatibû diyar kirin, defin kirin. Polîs dûre li malbatê geriyan û ji wan re gotin: “Me cenazeyê we defin kir.”    ZEXT LI MALBATÊ KIRIN    Hat diyar kirin ku polîsan ji ber agahiyên mirina Vefa Kartal di çapemeniyê de hat dayîn, zext li malbatê wî kirine. Malbata Kartal bertek nîşanî vê yekê dan.