Serokê ATO Bulut: Dê nexweşên Covît-19 zêde bibin 2020-06-01 10:15:43 ENQERE - Serokê Odeya Tabîban a Enqereyê Vedat Bulut, hişyarî kir û diyar kir ku bi pêvajoya “asayîbûnê /normalbûn)" re dê hêjmara kesên nexweşên vîrûsa corona (Covît-19) zêde bibe û êdî nikaribin filyasyonê bişopînin.    Li Tirkiyeyê her roj nêzî 1000 kes bi şewba vîrûsa corona (Covît-19 dikevin. Zêdeyî 20 kesan ji bi vîrûsa corona jiyana xwe ji dest didin. Di vê pêvajoyê de Serokê AKP’ê û Serokomar Tayyip Erdogan diyar kir ku dê di 1'ê Hezîranê de derbasî pêvajoya 'Asayî" bibin. Li ser vê yekê îro pêvajoya “asayîbunê" dest pê kir. Têkildarî mijarê Serokê Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO) Vedat Bulut, hişyarî kir û anî ziman ku bi pêvajoya 'Asayîbûnê' dê şewb bêtir belav bibe û hêjmara kesên bi şewba vîrûsa corona bikevin zêdetir bibe. Bulut, anî ziman a li bajarê wekî Stenbolê dê leza belavbûna şewbê zêde bibe û lazim e pêvajoya asayîbûnê piştî hêjmara nexweşan daket bin 100 kesan dest pê bike.    Bulut, destnîşan kir ku ger derzî û dermanê vê nexweşiyê neyê dîtin dê pêla duyemîn di mehên mijdar û Kanûnê de dest pê bike di mehên zivistanê de dê bi sed hazaran kes bi vê nexweşiyê bikevin û bi deh hezaran kes bimirin. Bulut, bal kişand ser zêdebûna nexweşên şewbê yên li bajarên wekî Wan, Êlih û Amedê û wiha got: "Divê mirov pir pir baldar tev bigerin. Me berê jî hişyar kiribû. Divê mirov ji şîn û şahiyan dûr bikevin. Divê welatî ji bo cihê qelebaliq hişyar û baldar bin. Divê em vê meseleyê sivik negirin dest. Bi pêvajoya asayîbûnê re dê şopandina filyasyonê jî zahmet û dijwar bibe.    MA / Emrullah Acar