Keskîn: Êrişkirina goristanan binpêkirina Peymana Cenevre ye 2020-06-01 09:43:57 ENQERE – Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku êrişa li ser goristanan li dijî Peymana Hiqûqa Şer a Cenevre ya 1949’an e û êrîşan wek binpêkirina peymanê ye û divê hürmet were nîşandan.  Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn êrişên li dijî goristanan nirxand.    ‘RÊBAZA ŞERÊ DERÛNÎ YE’   Parêzer Eren Keskîn diyar kir ku êrişên li dijî goristanan rêbaza şerê derûnî ye û wiha got: “Tu palpiştek wê ya hiqûqî nîne. Êrişa li dijî goristanan êrişa li dijî hebûn û nirxên wê civakê ye. Tê waneyê ku naxwazin ew gor jî hebin.” Keskîn bi bîr xist ku Tirkiyê gelek peymanên navneteweyî îmze kiriye û Peymana Hiqûqa Şer a Cenevreyê yek ji van peymanan e û ev peyman ji bo pevçûnan jî derbasdar e û Tirkiye vê peymanê binpê dike. Keskîn anî ziman ku peymana bi îmzeyên dewletan hatiye kirin dibêje ku divê her kes li dijî miriyên miqabil bi hürmet be û got: “Dewletan van îmzeyan lê kiriye. Vê peywîrê qebûl dikin. Tişta ku tên kirin ne di wîjdan de ne jî di hiqûqê de nayê pejirandin. Însanek piştî ku mir jî zarokek dayik û bavê xwe ye. Yan jî bavê kesekî ye. Tu mafê kesî nîne ku zirarê bidin gora wî. Ev hem di hiqûqa navxweyî de hem jî di hiqûqa navneteweyî de hatiye mîsogerkirin. Tu aliyê vê yekê yê mirovî û wîjdanî nîne.”   ‘AQILÊ DEWLETÊ YÊ SED SALÎ DI DEWRÊ DE YE’   Keskîn da zanîn ku êrişên li dijî goristanan ji avakirina Komara Tirkiyê heta roj îro wek polîtîkayek di dewrê de ye û got: “Ev aqilê îtîhatkar ê dewletê her tim hebûna xwe parastiye. Vê aqilî vê komarê ava kir. Îro jî şûna gorên lîderên kurdan nayên zanîn. Sed sal in ev polîtîkaya li dijî cenazeyên kurdan wiha berdewam dike. Gora Şêx Seîd hêj nayê zanîn li ku ye. Heta ku bîra civakî neye nûjenkirin û dest ji bîrdoziya fermî neye berdan karê me gelek zor e.”   Keskîn bal kişand ser cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin û niha li cihek biçûk ê Goristana Kîlyosa Stenbolê hatine veşartin û got bi vê sepanê tenê dixwazin êş û îşkenceyê bi malbatan bidin kişandin.   ‘ÎQTÎDAR TUNDIYÊ REWA DIKE’   Keskîn destnîşan kir ku îqtîdara AKP’ê tundiyê rewa dike û got: “Ev erdnîgarî ji aliyê Wezîrek Karê Navxweyî ve tê birêvebirin. Ev wezîr dibêje ‘min ferman da û dema wan girt qet qetî bikin.’ Wezîrek Karê Navxweyî nikare van gotinan bêje. Wezîrek dewletê ku gelek peymanên navnetewî îmze kiriye van titşan bêje, wê her kes tundiyê bisepîne. Wê li dijî cenaze û goran bêhurmetî were kirin. Çimkî bi destê destê dewletê li dijî cenazeyên aliyê din tundî tê rewakirin. Tekane berpirsiyariyê êrişên li dijî goristan û cenazeyan dewlet e. Helbet wê dîrok vê yekê ji bîr neke û dê bi darizîne.”   MA / Bêrîvan Altan