Ji bo girtiyê nexweşê giran Ozkan ê 81 salî bang kirin 2020-05-30 16:11:12 STENBOL / ÎZMÎR – Endamên ÎHD’ê, li Stenbolê bi çalakiya xwe ya “Rûniştina F” balê kişandin ser rewşa girtiyê nexweş ê 81 salî Mehmet Emîn Ozkan ku nikare pêwîstiyên xwe yên bingehîn jî bibersivîne. Li Îzmîrê jî ji bo girtiya nexweş Fatma Ozbay çalakî hat lidarxistin. Endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, çalakiya xwe ya “Rûniştina F” ku her hefte ji bo bal kişandina ser rewşa girtiyên nexweş li dar dixin, vê hefteyê jî domandin. Ji bo çalakiya ku gihîşt hefteya 427’emîn, ji ber vîrûsa koronayê dîsa li ser hesabê medya civakî yê komîsyonê daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama komîsyonê Meral Nergîs Şahîn ve hat dayîn.   BERGIRÎ NAYÊN GIRTIN   Şahîn, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê 81 salî Mehmet Emîn Ozkan ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî ye. Şahîn, di destpêka daxuyaniya xwe de li ser bergiriyên li dijî vîrûsa koronayê ku li girtîgehan nayên girtin rawestiya û diyar kir ku li gel mirina jî li girtîgehan bergîrî nayên girtin. Şahîn, piştî vê yekê çîroka girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan vegot û qala rewşa wî ya tenduristiyê kir.   BI ZORÊ DIMEŞE   Şahîn, got ku ji ber temenê xwe yê mezin û nexweşînên xwe yên giran Ozkan nikare li girtîgehê bimîne û hatiye wê astê ku nikare pêwistiyên xwe yên bingehîn jî bibersivîne û bi zorê dimeşe. Herî dawî Şahîn, daxwaz kir ku girtiyê nexweş Ozkan û hemû girtî bên berdan.   DAXWAZA AZADIYA OZBAY KIRIN   Li Îzmîrê jî endamên komîsyonê ji bo bal kişandina ser rewşa girtiya nexweş Fatma Ozbay çalakî kirin. Li ser navê endamên komîsyonê Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîre Denîz Bayrak, li ser înternetê daxuyanîd a. Bayrak, da zanîn ku li girtîgehên Herêma Egeyê 84 jê giran bi giştî 261 girtiyên nexweş hene.   DAXWAZNAME NEHATINE BERSIVANDIN   Di berdewamê de Bayrak, destnîşan kir ku ji bo serlêdanên girtiyên nexweş ku li komeleya wan hatine kirin, daxwazname ji Komîsyona Mafê Mirovan Meclisê, Wezareta Edaletê, Miduriyeta Giştî ya Malên Ceza û Ragirtinê, rêveberî û serdozgeriyên girtîgehan re şandine û piraniya daxwaznameyên wan nehatine bersivandin.   ‘JI BO TEDAWIYÊ DIVÊ BÊ BERDAN’   Bayrak, rewşa girtiya nexweş Fatma Ozbay vegot û ev tişt anî ziman: “Gelek nexweşiyên Fatma Ozbay hene. Ji ber vîrûsa koronayê tedawiyên nexweşiyên wê nehatine kirin. Li gel ku di koma xeternak de jî bûye pêwistiyên wê yên mîna berdevk, lepik û dezenfekteyê nehatine bersivandin. Ji bo ku li derve tedawiya wê bê kirin divê bê berdan. Em daxwaza azadiya hemû girtiyan dikin.”