Kesê bi Qanûna Înfazê hat berdan Nûrcan Polat kuşt 2020-05-30 13:11:56 AMED - Hat îdîakirin ku Nûrcan Polat a li navçeya Rezanê di êrîşa bi çek de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê hevjînê xwe H.P. ê bi Qanûna Înfazê ji girtîgehê hat berdan kuştiye. Dayika 3 zarokan Nûrcan Polat li Kolana 187’emîn a Taxa Mûradiye ya navçeya Rezan a Amedê, li mala xwe duh di saetên şevê de rastî êrîşa bi çek hat. Polat a bi giranî birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî û li gel hemû hewldanan jî jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Polat ji bo otopsiye rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî. Hat îdîa kirin ku Polat ji aliyê hevjînê xwe H.P. ê ji ber sûcek edlî girtîbû û bi Qanûna Înfazê hat berdan ve hatiye kuştin.   WELATIYÊN TAXÊ: HEVJÎNA WÊ KUŞT   Şêniyên taxê îdîakirin ku dayika 3 zarokan Polat li malek cuda dima û piştî hevjînê wê H.P. ji girtîgehê hat berdan zorê li kir ku li Rezanê di malekê de bimîne û wiha gotin: “Lê ji ber ku Polat ev ferzkirina qebûl nekir, hevjînê wê gef lê xwarin. Polat ji ber gefan neçar ma ku berî bûyerê 3 rojan li maleke li Rezanê bi cih bibe. Polat duh di saetên şevê de bi hevjînê xwe H.P. û çend kesên din re ketin malê û dûre hat kuştin.”      Şêniyên taxê, dest nîşan kirin ku H.P. piştî Polat kuşt, ji cihê bûyerê reviya û heya niha nehatiye girtin. Polîsên cihê bûyer lêkolîn kirin, dest bi xebatên lêgerîna H.P. kirin.