Li Cizîrê karantîna zêde dibe 2020-05-30 09:34:54 ŞIRNEX - Li Cizîrê gelek xanî û kolan dibin karantînayê de ne. Du kesên ji ber gumana nîşaneyên vîrûsa koronayê li nexweşxanê hatin razandin û dûre mala wan xistin karantînayê.  Welatiyê bi navê A.E. yê di qata 2 a avahiyeke li ser Cadeya Botaş a Taxa Nûr a navçeya Cizîr a Şirnexê rûdiniş, nexweş ket û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. A.E. yê li nexweşxanê testa wî hat girtin, bi gumana şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) sewqî Êlihê hat kirin. Ekîbên tenduristiyê piştî A.E., hevjîna wî G.E. jî bi heman gumanê rakirin nexweşxanê. Ekîban, herareta zarokên wan jî pîvan û mal xistin karantînayê. Dûre ketin û derketina malê hat qedexekirin.    LI CIZÎRÊ KARANTÎNA ZÊDE DIBE    Kolanên Heybetlî û Nehîr Yani yên Taxa Konak a navçeyê jî, ji ber bûyerên pozîtîf, li ketin û derketina welatiyan hatin girtin. Di heman taxê de, apartmana hejmara 14 a li Kolana Balik xistine karantînayê. Li Kolana Gulveren jî, daîreyên hejmara 2 û 14 kirin karantînayê. Li Kolana Han jî daîreya hejmara 7 xistin karantînayê.    Li taxa Sûrê jî, daîreya hejmara 23 a li Kolana Kanal, daîreya hejmara 13 a li Kolana Uzum kirin karantînayê. Li taxa Nûrê jî, daîreya hejmara 7 a Kolana Balli û daîreya hejmara 11 a li Kolana Yazici kirin karantîneya.    Apartmana hejmara 12 a li Cadeya Sitti Nefîs a li taxa Yafesê û apartmana hejmara 22 a li Kolana Lokman a Taxa Dîcle kirin karantînayê, ketin û derketin li welatiyan hat qedexwe kirin.    GUNDEKÊ QILABAN DI KARANTÎNAYÊ DEYE     Li aliyê din, gundê Elemûn ê navçeya Qilabanê jî xistin karantînayê. Li gund 2 kes bi vîrûsê ketin. Piştî hat tespîtkirin ku li gund vîrûs heye, xistin karantînayê.