Thomas Lovejoy: Qeyranên pêş dikevin qêrîna ji bo modela parastina xwezayê ye 2020-05-30 09:27:35 ENQERE - Parazvanê têgeha Pircureya-Zindî Prof. Dr. Thomas Lovejoy, têkildarî talankirin û wêrankirina xwezayê diyar kir ku qêrîna ji bo modelek nû ya parastina xwezayê bilind dibe û got: “Ji bo mirov bêtir bi tenduristî bijî divê mirov berî her tiştî hurmetê nîşanî xweza û pircureyên zindiyan bide û wan biparêze."    Piştî şewba vîrûsa corona (Covid-19) li tevahiya cîhanê belav bû û li cihanê heta niha 6 milyon û 33 hezar 814 kes bi şewbê ketine û 366 hezar û 350 kesan jiyana xwe ji dest dane. Gelek pispor destnîşan dikin ku ji ber ekolojî talan û wêran dibe û cureyên zindiyan tune dibe ev şewb belav dibe. Vakfa Parastina Xweza Cîhanê (WWF) û Komeleya Sewalan a Londra di sala 2018'an de raporek weşandin. Di raporê de diyar kirin ku di 50 salên dawî de cureyên populasyona zindiyên bejayî ji sedî 38, cureyên populasyona deryayê jî ji sedî 36 kêm bûne. Herî zêde li qadên avî cureyên sewalan windaı bûne. Li qadên avî ji sedî 82 polulasyon kêm bûne. Bi giştî ji sedî 60 cureyên populasyonê kêm bûye.      Science lêkolîna bi sernavê “Li ser ruyê erdê  jiyan ji ber sedema mirovan kêm dibe. Ji ber vê yekê pêdivî bi guhertina veguherandinê heye" parve kir u diyar kir ku rûyê erdê ji sedî 70 hatiye guhertin. Ruyê deryayan ji sedî 66 rastî bandora kumulatifan tê. Warên avî ji sedî 85, ji salên 1700’î heta niha tune dibin. Ji sedî 77 rûbar êdî naherikin bahrê.    Parazvanê têgeha Pircureya-Zindî û Hîndekarê Beşa Zanistinên Derdorê ya Zanîngeha Masonê Prof. Dr. Thomas Lovejoy, têkildarî talankirin û wêrankirina xwezayê diyar kir ku qêrîna ji bo modelek nû ya parastina xwezayê bilind dibe û got: “Ji bo mirov bêtir bi tenduristî bijî divê mirov berî her tiştî hurmetê nîşanî xweza û pircureyên zindiyan bide û wan biparêze." Lovejoy anî ziman ku di 50 salên dawî de di serî de li Amazonan û gelek deverên cîhanê, li ser cvureyên zindiyan lêkolîn kirine. Lovejoy, anî ziman ku qeyranên ku rû didin Qerîna ji bo avakirina modelek nû ya parastina jiyan û xwezayê ye. Ev qeyran qêrîna ji bo parastinê ye. Hemû cureyên zindîyan girêdayî pirsgirêkên derdorê tê guhertin. Hemû pirsgirêkên derdorê dibin sedem ku cureyên zindiyan kêm bikin an jî tune bikin. Niha em tiştekî aşkere dizanin ku êdî habitat (Warên jiyanê) perçe bûne. Ev jî dibe sedem ku cureyên biyolojîk tune bibin. Ger ku qada jiyanê ya 100 hektarî perçe bibe, dê bibe sedema ku cureyên çûkên di nava daristanê de dijîn di nava 15 salan de tune bibin."    Masonê Prof. Dr. Thomas Lovejoy, da zanîn ku ev şewba vîrûsê encama ku mirov bê navber xwezayê talan û wêran dike. Ji ber li Wuhanê marketên şevşevok (pelçimok) û sewalên din zêde ne, ev vîrûs pêş ket. Ez dubare dikim. Me bi destê xwe ev şewb belav kir. Bazirganiya goştê sewalên biyanî dibe sedema vê yekê mînak vîrûsa Ebola di nava sewalên biyanî de jiyanek asayî û hevsengiyek e."    Masonê Prof. Dr. Thomas Lovejoy, destnîşan kir ku patojen her dim di nava xwezayê de bi tevger in û wiha got: "Ger ku hevsengiya wan xera dibe dikevin nava komên mirovan jî. Her sal di nava patojenên ku di xwezayê de derdikevin holê herî kêm 2 û herî zêde 4 patojen ji bo mirovan nexweşiyek nû ye. Xerakirina hevsengiya Avhewayê, talankirina ekolojiyê rê li pêş pêlê van patojenan vedikin. Patojen perçeyekî xwezayê ne. Ger ku li gorî zanistî û paratina xwezayê nêzî wan bibin ev patojen zerarê nadin mirov."   Masonê Prof. Dr. Thomas Lovejoy, da zanîn ku di habîtatekê de giha, nebat, sewal û mikro-organizma hemû bi hevre dijîn. Ji ber vê yekê dema daristan, çem, rûbar an jî cihekî din ê qada jiyanê tune dibe, hevsengî xera dibe û bandorê li ser populasyona pircurehiya zindiyan dike û wiha got: "Ger ku daristan bên jêkirin, avhewa bê guhertin u çem û rûbar bên zuhakirin, dê ev hevsengi xera bibe. Mînak Daristanên Amazonê êdî nikarin wekî berê bibin daristanê baranê. Ji ber ku di pircureyê zindiyan de windahiyek pir mezin heye. Ger ku wisa jêkirina daran bidome, dê bibe çol. Ji bo vê yekê divê dîsa bi lez dar bên çandin. Ji ber vê yekê qeyrana pandemiya vîrûsa corona, qerîna li dijî talankirin û wêrankirina xwezayê ye. Ev qeyrana pandemiyê qêrîna ji bo modela parastina xwezayê ye.    MA / Eylul Deniz Yaşar