Malbat 2 salin ketine şopa hestiyan 2020-05-30 09:09:05 AMED - Bavê Îsmaîl Dag ê ku yek ji kesên cenazeyên wî li Kîlyosê di peyarêyê de hatin veşartin, Zekî Dag diyar kir ku piştî du salan nû testa DNA’yê aşkere kirin û got: “Me di nava 2 salan de bi dehan caran encam ji dozgeriyê pirsî. Lê piştî 2 salan hêj nû got 'Mînakên DNA li hev nehatine'. Niha jî emê dîsa xwînê bidin."  Malbata Îsmaîl Dag ku cenazeyê wî ji Goristana Xerzanê birin li peyarêya Goristana Kîlyosê defin kirin, 2 salin ketine şopa hestiyê kurê xwe. Malbatê ji bo hestiyê kurê xwe bigirin 2 sal berê mînaka xwînê dan. Lê piştî 2 salan encama testa DNA diyar bû. Di 19’ê Kanûna 2017’an de 282 cenaze, ji Goristana Xerzanê ya li Gundê Oleka Jor ê navçeya Tetwanê ya Bedlîsê hatibûn derxistin û ji bo lêkolînkirina Tiba Edlî biribûn Stenbolê.  Di 18'ê Gulanê de derket holê ku cenazeyan 261 kesan li peyarêya Goristana Kîlyosê ya Bêkasan definkirine. Ji van kesan yek jê endamê PKK’ê Îsmaîl Dag (Cemşîd) e. Cenazeyê Dag di 2’ê Cotmeha 2014’an de li Goristana Xerzanê hatibû definkirin. Bav Zekî Dag ji bo ku cenazeyê xwe bigire di sibata 2018’an de serî li Serdozgeriya Bilîsê da bû û ji bo testa DNA’yê mînaka xwînê dabû. Malbatê di 2 salan de bi dehan caran encam ji dozgeriyê pirsîn. Lê piştî 2 salan serdozgeriyê nû encama testa DNA'yê aşkere kir û got "DNA li hev nehatine." Li ser vê yekê dayik Kudret Dag wê vê carê biçe Tiba Edlî ya Stenbolê û xwînê bide. Bav Dag, diyar kir ku hevalê kurê wî yê girtîgehê agahî ji wan re şand ku li ku derê jiyana xwe ji dest daye û got: “Ewil em ji çapemeniyê fêr bûn ku lawê min şehîd ketiye. Piştî ku hevalên wî hatin girtin jî em pê hesiyan ku li Xerzanê şehîd ketiye. Di 2014’an de jî me bihîst ku li Licê, Fîsê û Xerzanê goristan hatine çêkirin. Em jî li ser vê yekê çûn Xerzanê. Me lê nêrî ku zarokê me jî li wê derê hatiye definkirin.”   'VÊ CARÊ HEVJÎNA MIN DE XWÎNÊ BIDE'   Dag, bibîrxist ku piştî ku 19’ê Kanûna 2017’an cenaze ji goran hatin derxistin serî li ÎHD’ê daye û wiha got: “Piştî ku 2 meh derbas bûn di Sibata 2018’ê em çûn ji bo testa DNA’yê xwînê bidin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê da. Ji bo dosyayê çend caran em li Serdozgeriya Komarê geriyan lê tu bersiv me negirt. Bi telefonê gelek caran em lê geriyan lê ne bersivek ne agahiyekê nedan me. Di demekî nêzîk de dîsa em lê geriyan ji me re gotin xwîna we dayî ji û cenaze ji hev nagirin. Piştî ku ev agahî me girt ji ber vîrusa coronayê me nikarî biçin dîsa xwînê bidin. Dema derfet çêbû wê vê carê hevjîna min xwînê bide.”   ‘MALBATAN ÎŞKENCE DIKIN’   Dag, bal kişand ser gorên ku li Goristana Kîlyosê di bin pêyarê de hatin veşartin û wiha berdewam kir: “Definkirina goran a di bin pêyarê de ne tişteke ehlakî, wicdanî û olî ye. Di dinyayê de tiştekî wiha ne hatiye jiyîn û ne tê jiyîn jî. Mirov rabe miriya di bin pêyarêyan de veşêrin ne Xwudê ne jî wijdan qebûl dike û merhamet jî tune ye. Em bi van pêkanînan pir zêde diêşin. Zedê bandorê li me dike. Îşkenceyê li me dikin. Mirov nikare navekê li van pêkanînan bike û qala însanetiyê bike. Malbatan îşkence dikin.”   ‘EM ZAROKÊN XWE BÊXWEDÎ NAHÊLIN’   Dag, anî ziman ku dibêjin ew gor li goristana bêkesan hatine veşartin û wiha rêz kir: “Dê û bavên van mirovan tevan hene. Hestiyên min çima li wir bêkesin. Bila bidin me, ger me neçû û hestiyên wan neyinin wê demê bila ji wan re bêjin bêkesin. Em bêkesiyê qebûl nakin. Ev yek ne ehlaqî ye. Em dê û bavê wan in. Em çiqas wê derê dibînin dilê me dişewite. Mirov vê yekê çawa bi nav bike nizanim. Çi hewce bike em ê bikin ji bo zarokên xwe. Em wan bê xwedî nahêlin.”   ‘DIVÊ MALBAT LI CENAZEYAN XWEDÎ DERKEVIN’   Bavê Îsmaîl Dag Zekî Dag, bang li hemû malbatên ku cenazeyên wan ji Goristana Xerzanê hatin derxistin kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Banga min ji malbatan heye ku li zarokên xwe û li xwe xwedî derkevin. Em tev bi hevre destê xwe bidin hev û tiştekê bikin. Çi hewce bike divê em bikin. Ez dixwazim malbat tev rabin bi hevre li van mirovan xwedî derkevin. Ji aliyê hiqûqî ve  jî tişta pêwîst em ê bikin. Em ê li pey doza xwe bin.”