Hevdîtinên girtî yên li girtîgehan di 1’ê hezîranê de dest pê dike 2020-05-29 14:17:28 ENQERE - Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul diyar kir ku hevdîtina girtî ya li girtîgehan dê ji 1’ê hezîranê şûn ve dest pê bike û di danişînan de jî wê jî doz bi rêgeza mesafeya fizîkî were temaşekirin. Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul têkildarî tevdîrên vîrûsa koronayê ya di xizmeta edaletê de daxuyanî da. Wezîr Abdulhamît Gul diyar kir ku hevdîtina girtî ya li girtîgehan dê ji 1’ê hezîranê şûn ve dîsa dest pê bike û di têketinên edliyeyan de jî wê sicirandina laş were pîvandin. Gul got di danişînên werin li darxistin de jî di çarçoveya rêgezên mesafeya fizîkî de dê welatî dikaribin dozê bişopînin. Gul anî ziman ku ew sepan û tevdîrên li dijî koronayê didomînin. Gul da zanîn ku çûyîna dadgehan wê bi sînordarî be û dê her kes maske bikar bîne.