HDK: Komkujiya Çorûmê di avakirina pergala nû de peyamek bû 2020-05-29 11:35:02 STENBOL – HDK bi wesîleya salvegera Komkujiya Çorûmê qûrbaniyên di komkujiyê de canê xwe ji dest dane bibîr anî. HDK diyar kir ku Komkujiya Çorûmê di avakirina pergala nû de peyamek bû. Meclîsa Gelan û Baweriyan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) têkildarî Komkujiya Çorûmê ya di navbera 27’ê gulanê û 4’ê tîrmeha 1980’an de qewimî û ku 57 welatiyan jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek nivîskî belav kir.   Daxuyaniya HDK’ê wiha ye:   “Em di serî de qûrbaniyên Komkujiya Çorûmê bibîr tînin. Dixwazin bi van komkujiyan ked, têkoşîn, nirx, îradeya jiyana bi hev re û bîra civakê înkar bikin. Dixwazin gelan bikin dijminên hev. Ev sepanên îqtîdarê sepanên ku dixwazin gelan bikin bin tehakûma xwe. Komkujiya Çorûmê tam jî polîtîkaya tunekirina bîrê ye û avakirina yekperestiyê bû. Wek Mereşê û Dersimê.   40 SAL IN HEVRÛBÛN NEHAT KIRIN   Tevî ku 40 sal bi ser komkujiyê de derbas bû jî hêj komkujî nehatiye ronîkîrin û rûbirûbûn pêk nehatiye. Komkujiyê rê li be birînek civakî vekir. Kuştina serkirdeyek MHP’ê dikin hêcet û komkujî dest pê dike. Nirx û nasnameyên dînî talûke hatine dîtin û kirine amûra komkujiyê.   Komkujiy Çorûmê peyamek bû ku di destpêka avakirina pergala nû de dan civakê. Komkujî wek peyamekê hatibû organîzekirin. Em di rojên zro û zehmet de derbas dibin. Tiştên qewimîn îro jî xwe dubare nîşan didin û rê li ber dubendiya civakê vedikin. Îro jî li dijî pîrozî û îbadexaneyên êriş pêk tên û dixwazin gelan bê siberoj bihêlin.   Em carek din qûrbaniyên komkujiyê bibîr tînin û em soz didin ku heta komkujî ronî bibe wê têkoşîna me berdewam bike.”