Elvan: Heta ku ev erk di destê polîsan de be wê zarok werin kuştin 2020-05-29 10:16:02 STENBOL – Dayika Berkîn Elvan ê di bûyerên Geziyê de ku ji aliyê polîsan ve hat kuştin Gulsum Elvan got: “Heta ku vê erkê ji destê polîsan nestînin wê gelek zarok bimirin.” Çalakiyên Parka Geziyê 7 sal li pey xwe hişt. Malbatên wan kesên di çalakiyan de jiyana xwe ji dest dan têkoşîn û lêgerîna xwe ya edelatê didomînin. Çalakiyên Gezî ku li Stenbolê destpêkirin hema bêje li hemû bajarên Tirkiyê belav bû. Li her deverê polîsan êrişî çalakiyan kir. Di êrişan de 12 kesan jiyana xwe dest da.   Yek ji van kesên di êrişa çalakiyan de jiyana xwe ji dest da Berkîn Elvan ê 14 salî bû. Berkîn di 6 hezîrana 2013’an de li semta Okmeydana Stenbolê ji malê derdikeve û dike ku biçe nan bikire. Di wê kêliya polîs êrişî xwepêşandanê dikin û fişeka gazê îsabetî serê Berkîn dikin û ew bi giran birîndar dibe. Elvan li nexweşxaneyê 269 roj hat dermankirin lê tevî vê yekê jî nehat rizgarkirin û di 11’ê adara 2014’an de jiyana xwe ji dest da.   DOZ DIDOME   Lêpirsîn dest pê kir û ev lêpirsîn sê sal û nîv domiya. Di encama lêkolînek giran de ew polîsê kujer hat tespîtkirin. Bi sûcdariy “kuştina bi qestî” li polîs doz hat vekirin û heta ku lêpirsîn didomiya 6 dozger guherîn. Danişîna ewil a dozê di 6’ê nîsana 2017’an de hat lidarxistin. Polîsê bersûc Fatîh Dalgali yê li ser wezîfeyê ji Wanê bi SEGBÎS’ê beşdarî dozê bû û îfade da. Tevî hemû israrên parêzerên malbata Elvan jî ji bo bersûc biryara darizandina girtî nehat dayîn. Tevî ku rapora şandeya pispor jî hebû dadgeha Stenbolê bersûc neda girtin. Dadehê piştî 6 salan biryar da ku li cihê bûyerê lêkolîn ango keşf were kirin. Danişîna doza Berkîn Elvan hêj didome û ji ber pêvajoya koronayê du caran hat taloqkirin.   ‘GEZÎ RÛMET E’   Dayika Berkîn Elvan, Gulsum Elvan têkildarî salvegera çalakiyên Geziyê ya 7 sal li pey xwe hişt axivî û got: “Hestên me heman hest in wê bi tu awayî neguhere. Her çiqas em ji ber koronayê dernekevin derve jî Gezî ji bo me her tim rûmet e, nan e, av e û gel e. Em ê her sal bibîr bînin. Tu kes nikare Geziyê bidarizîne û qirêj bike.”   ‘LI TIRKIYÊ ZAROK LI NAVA KUÇEYAN TÊN KUŞTIN’   Gulsum Elvan bal kişand ser dozê û got danişînên dozê jî îşkence li wan tê kirin. Elvan anî ziman ku tevî her tişt eşkere û zelal e jî lê kujer nayê cezakirin. Elvan destnîşan kir ku hêj birîna wê baş nebûye û her tim ew birîn taze ye. Elvan got ew bi wesîleya salvegera Geziyê her kesî vedixwîne ku li şibak û şaneşînên malê xwe Geziyê bibîr bîne û ew ê tu deme zarokên xwe ji bîr nekin. Elvan bal kişand ser kuştina Alî El Hemdan ê li Edeneyê di 27’ê nîsanê de ji aliyê polîsê bi navê F.K. ve hat kuştin û got: “Li Tirkiyê li nava kuçe û kolanan zarok tên kuştin. Ez bangek wiha li rayedaran dikim. Bila vê erka ku dane polîsan paş de ji wan bigirin. Heta ku vê erkê ji destê polîsan nestînin wê gelek zarok bimirin.”   MA / Sadiye Eser