JES mêşan dikujin 2020-05-29 09:09:36 AYDIN - Ahmet Camûs ku li navçeya Germencîkê mêşvaniyê dike, anî ziman ku JES'ê li herêmê dibin sedema mirina mêşan.  Li Aydinê, Santralên Enerjiyê yên Jeotermalê (JES) qadên jiyanê û qadên debarê bin pê dikin. Ji ber bermayiyên JES'an li çem û robaran tên valakirin hem heywan hem jî nebat zirarê dibînin. Mêşvan Ahmet Camûz (56) anî ziman ku li gundê Pinardere yê navçeya Germencîk a Aydinê di sala 2016'an de 450 mêşên hungiv ji ber JES'an mirine û niha bi mêşên mayî debara xwe dike. Camûz, diyar kir ku di nav zor û zehmetiyê de ne û got, heya niha 300 hezar TL zirara wî çêbûye. Camûz, diyar kir ku mêşvanî karê bavê wî bûye û ew jî dixwaze vî karî bidomîne.   Camûz, diyar kir ku piştî mêşên wî mirine giliyê şîrketa Karkeyê kiriye û got, şîrketê jî ji bo dev ji doza xwe berde soz daye ku wê zirara wî bide lê belê soza xwe bi cih neaniye. Camûz, got: "Ji min re li Vakifbankê hesabek çêkirin. Gotin em ê perê te têxin vî ehsabî. Gava min dev ji doza xwe berda wan jî pere neda. Ez xapandim. Ji ber dozê min li şîrketa JES'ê vekiribûn hemû betal bûn. Ji ber ava bermayî ay santralê mêşên min mirin. Gava mêşên min mirin çûm min serî li midûriyeta çandiniyê ya navçeyê da. Lê kesî jî guh neda min."    HÊ JÎ MÊŞ DIMIRIN    Camûz got: "Ji sala 2016'an ve ji bo mêşên xwe têdikoşim. Berê salê 500-600 teneke hunguv bi dest min diket û deynê min tunebû. Lê niha jiyana min nemaye. Ev yek bandor li min û malbata min tev de kir."    Camûz, xwest rayedar rojek berî rojekê vê yekê lêkolîn bikin da ku mêşvanên din jî mexdûr nebin.    MA / Esra Solîn Dal