Giliya êrîşên goristanan hat kirin 2020-05-28 17:03:07 AMED – Şaxa OHD’ê ya Amedê, ji bo dîtin û darizandina kesên ku li navçeya Farqînê êrîşî goristanan kiribûn, gilî kir.   Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Amedê, serî Serdozgeriya Komarê ya Amedê da û giliya kesên ku di 21’ê gulanê de êrîşî goristanan kiribûn, kir. Di serlêdanê de hat xwestin ku peywirdarên ewlehiyê û kesên ku êrîş pêk anîne bên tespîtkirin û derbarê wan de bi sûdariyên “biçûkxistina bîranîna kes” , “xesar dayîna îbadetxane û goristanan” , “astengkirina azadiya bawerî, nêrîn û qeneetê” doza cemaweriyê bê vekirin.   Her wiha di serlêdanê de ji dozger hat xwestin ku lêpirsîn li şûna hêzên ewlehiyê ji aliyê dozgeriyê bixwe ve bê kirin.