Kesê bi ‘rûpoş’ hewl da avahiya HDP’ê bişewitîne 2020-05-28 13:32:08   ŞIRNEX - Kesekê bi rûpoş û êlekê gule derbas nake li xwe kiribû, di saetên şevê de agir berda deriyê avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Cizîrê.    Kesekê nasnameya wî ne diyar ê bi rûpoş û êlekê gule derbas nake li xwe kiribû, duh di saetên şevê de, agir berda deriye Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Cizîr a Şirnexê. Di qeydên kamerayê de, kes bi wesayîtê nêzî avahiyê dibe, bi şîşeya pet a di deste xwe agir berdide deriyê avahiya partiye. Kesê rûpoş ber rûyê wî û êlekê gule derbas nake li xwe kirî piştî agir ber dide derî dest û milên xwe dihejîne û cihê bûyerê dûr dikeve.    Cihê ku bûyer bûyer lê hat jiyîn, polîs 24 saetan bi kamerayên Mobeseyê dişopîn in.