Di Bendava Ilisû de zarokek xeniqî 2020-05-28 12:53:28 ÊLIH – Zarokê 16 salî yê ket gola Benda Ilisû xeniqî.    Li Bendava Ilisû, duh yekemîn bûyerekê xeniqandinê rû da. Zarokê 16 salî Emre Uzun û hevalên xwe, ji bo xwe hînik bikin, li nêzî goma Qesirkê ya girêdayî gundê Kavûşak a navçeya Bîsmîlê ketin gola bendavêç. Uzum ê ket kavê, di avê de winda bû. Piştî Uzum winda bû hevalên wî banga alîkariyê kirin. Uzum ê ji aliyê heval û malbata xwe ve ji avê hat derxistin, bi wesayîteke taybet Rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bîsmîlê. Li gel hemû mûdaxileyên bijîşkan jî Uzun li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Uzun piştî kar û barên otopsiye li Goristana Asrî ya Êlihê hat definkirin.