Li gel qedexeyê jî li Gola Wanê 16 ton mesî hatin girtin 2020-05-28 12:13:14     WAN – Li gel ku girtina wan qedexeye jî 16 ton mesiyên ku li Gola Wanê hatibûn girtin, hatin desteserkirin   Li Gola Wanê, ji ber dema zêdebûna wan, di navbera 15’ê nîsanê û 15’ê tîrmehê de girtina mesiyan hatiye qedexekirin. Li gel vê qedexeyê jî bi dizî mesî li golê tên girtin. Ji ber vê girtina bi dizî, li gundê Yalinduz ê navçeya Bêgiriyê ya Wanê ji aliyê leşkeran ve operasyonak hate lidarxistin. Di operasyonê de leşkeran 15 ton mesiyên mirî û 500 kîlo jî mesiyên sax ên di 140 kîsikan de girtin. Hat diyarkirin ku leşkeran mesiyên sax careke din berdane û ji bo îmhakirinê jî mesiyên mirî dane Miduriyeta Çandiniyê ya Bêgiriyê.   13 HEZAR Û 500 TL CEZA   Li navçeya Erdîşê jî cendirmeyan tonek mesiyên ku bi dizî hatine girtin desteser kirin û li 6 kesan 13 hezar û 500 TL pere ceza birÎn.