Jinan li tevahiya cîhanê li dijî tundiyê dengên xwe bilind kirin 2020-05-28 11:06:21 ENQERE - Jinan li tevahiya cîhanê, li dijî tundiya di pêvajoy avîrûsa koronayê de zêde bû, li ser medya civakî dengê xwe bilind kirin.   Kolektîfa Jin Bi Hev re Bi Hêzin, di rojên şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) li tevahiya cîhanê bi bandor bû de, bang li hemû jin û LGBTÎ+’iyên li her devera cîhanê kir.  Kolektîfê, diyar kir ku divê li dijî tundiya di şewbê de zêde bû û patrîarkê têbikoşin û got: “Weke ku beriya pandemiyê, di rojên pandemiyê de û di rojên nû yên asayî de, hûn amadene bi hev re li dijî tundiyê derbikevin.”   Kolektîfa Jin Bi Hev re Bi Hêzin, di vê çarçoveyê de saet 13.00’an bi etîketa #AllWomenProtestViolence (HemûJinTundiyêŞermezarDikin) bang li hemû jin û LGBTÎ+’iyên tevahiya cîhanê kir ku dengê xwe bilind bikin.