Dapîra Dilgeş ji bo Dilgeş bang kir 2020-05-28 10:41:04 AMED – Dapîra Dilgeşê 3 salî ku bi dayika xwe ya ku hat girtin re ket girtîgehe Kûdret Aslan, bi van gotinan “Ez dayik im, kezeba min dişewite. Ji bo Dilgeş piştgiriyê bidin me.” bang li hemû dayikan kir. Endama Meclisa Şaredariya Rezan a Amedê Gonul Aslan, di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve derbarê Komeleya Jinan a Rosayê de hatibû vekirin de hat girtin û bi kurê wê yê 3 salî Dilgeş re şandin girtîgehê. Dilgeşê ku 5 roj in li Girtîgeha Jinan a Amedê ye nexweşiya wî ya gurçikan heye. Bavê Dilgeş beriya demekê derbasî Ewropayê bûye. Yek jê 7 salî û yek jê jî 14 salî 2 xwişk û birayên Dilgeş hene. Dilgeş 2 caran jî emeliyatên girtî derbas kiriye.   ROJA CEJNÊ BERÊ WÎ DAN GIRTÎGEHÊ   Dapîra Dilgeş Kûdret Aslan, ji tenduristiya nebiye xwe Dilgeş bi guman e û xwest ku bûka wê û kurê xwe demildest bên berdan. Aslan, diyar kir ku roja cejnê dema ku zarokan ji xwe re şekir berhev kirine, berê nebiyê wê dane girtîgehê û wiha got: “Heke Dilgeş bi dayika wî re neşandine girtîgehê wê piştî cejnê li gorî encama testa wî me yê amadekariya emeliyeta wî bikira.”   RAPORÊN TENDURISTIYÊ YÊN DILGEŞ HENE   Aslan, bi lêv kir ku li gel raporên wî yên tenduristiyê jî bi dayika wî re şandina girtîgehê ya Dilgeş nayê qebûlkirin û ev tişt got: “Zarokê min nexweş e, gurçikeke wî çûye. Timik tedawiya dermanan dibîne. Heke bi dayika xwe re nehatine girtin wê emeliyeta bûna. Hat gotin ku wê emeliyat wî giran be. Raporên tenduristiyê yên Dilgeş hene. Min van raporan ji cihên pêwîst re şandin. Ez ê ji serokkomar re jî bişînim. 5 roj in nebiyê xwe agahî nagirim.”   NE DERMAN NE JÎ KINCAN GIRTIN   Di berdewamê de Aslan, da zanîn ku derman û kincên nebiyê xwe şandiye girtîgehê lê rêveberiya girtîgehê bi hincetên cûda negirtiye girtîgehê û hişyarî kir ku heke nebiyê wê û dayika xwe neyên berdan dê tenduristiya wan bikeve talûkeyê. Dayika Aslan, hişyariyên Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ên ji bo tenduristiyê gel bi bîr xist û ev pirs kir: “Hemin tu dixwazî em li tenduristiya xwe baldar bin, çawa destûr didî ku zarokek nexweş heta serê sibehê li edliyeyê rakeve.”   Aslan, bi van gotinan bang li bijîjkê ku nebiye wê tedawî kiriye jî kir “Heke wêneyên Dilgeşê min dîtibe, jê rica dikim ku bibêje, ‘Ev zarok nexweşê min e, nexweşê min berdin, ez ê nexweşê xwe emeliyat bikim.”   ‘EZ Ê LI EDLIYEYÊ BANG BIKIM’   Aslan, da zanîn ku wê ji bo bûk û nebiyê xwe li ber Edliya Amedê bangî hemû Cîhane bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez ê bang li wî dozgerî bikim. Bila 3 zarokên min bifikire. Ez bang li hemû dayikên Cîhanê dikim; ez dayik im, kezeba min dişewite. Ji bo Dilgeş piştgiriyê bidine me. Ez bang li Emîne Eerdogan dikim; tu jî dayikekî, zarok û nebiyên te jî hene. Nebî û zarokên xwe bifikire û lê rewşa nebiyên min binêre.” Kekê Dilgeş ê 7 salî Mîran jî xwest ku dayik û birayê wî demildest bên berdan û vegerin m