Xwarina hewce nadin girtiyên di qerantînayê de 2020-05-28 09:57:37 ENQERE - Endama Lijneya Navendî ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen, anî ziman ku heta niha ji Girtîgeha Sîlîvriyê nêzî 40 kesên mafên wan hatine binpêkirin serî li wan daye. Nuray Çevirmen, da zanîn ku xwarina hewce nadin girtiyên ku di qerantînayê de ye. Çevîrmen, da zanîn ku ji bo qawîşa 39 kesan xwarina 10 kesan dişînin.    Piştî vîrûsa corona (Covid-19) li girtîgehan belav bû, li Girtîgeha Sîlîvrî di 22'ê Gulanê de girtiyekî jiyana xwe ji dest da. Serdozgerê Komarê yê Bakirkoyê di 8'ê Gulanê de diyar kir ku li Sîlîvriyê 44 girtî bi vîrûsa covit-19 ketine.  Dozgeriyê piştre aşkere kir ku li Girtîgeha Tîpa L a Hêjmar 7 a Sîlîvriyê, 47, li Girtîgeha Tîpa L a Hêjmar 8 a Sîlîvriyê 35 bi giştî 82 girtî bi vîrûsa Covid-19 kesiten. Dozgeriyê da zanîn ku 72 girtî di kontrola doktor de û 10 girtî jî li saziyên tenduristiyê tên dermankirin.    Têkildarî mijarê Endama Lijneya Navendî ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen, anî ziman ku heta niha ji Girtîgeha Sîlîvriyê nêzî 40 kesên mafên wan hatine binpêkirin serî li wan daye. Nuray Çevirmen, da zanîn ku xwarina hewce nadin girtiyên ku di qerantînayê de ye. Çevirmen, anî ziman ku heta niha 40 girtiyan ji Girtîgeha Sîlîvrî  bi rêya malbatan serî li wan daye û wiha got: "Piranê ji Girtîgeha Hêjmar 7 û 8 ên Tipa L a Sîlivrî serî li me dane. Dîsa agahiyên ku li Girtîgeha Hêjmar 5 û 6 a Sîlîvrî jî nexweşên vîrûsê hene ji mere tên. Lê heta niha têkildarî vê mijarê serlêdan nehatiye kirin.    LI SÎLÎVRIYÊ ÎDARE TUNE   Çevîrmen, da zanîn ku li Girtîgeha Sîlîvrî bi rêya malbatan xwe digînin agahiyên der barê girtiyan de û wiha got: "Hin malbat dikarin bi xizmên xwe re bi telefonê biaxivin. Hin malbat nagêjin xizmên xwe yen girtî. Bi qasî em dizanin li wir îdare tune. Tenê gardiyan hene. Gardiyan ji dikarin şewbê li girtiyan belav bikin. Malbat diyar dikin ku vîrûs li girtîgehê derketiye holê."   XWARINA 10 KESAN DIDIN 39 KESAN   Çevirmen, destnîşan kir ku girtiyên di qawîşên qerantinayê de dimînin jî rastî gelek kêşeyan tên û wiha got: "Girtî nikarin xwe bigînin ava paqij. Gelek caran av ji ser wan tê qutkirin. Amûrên paqijiyê nadin wan. Qawişên qerantinayê qirêj in. Xwarina pêwist nadin wan. Serê kesekî şûşeyek şorde didin an. Serê her kesekî 2-3 kevçî birinc didin wan. Li qawîşa 39 kesan ji bo 10 kesan xwarinêdibe. Yanî Xwarina 10  kesan didin 39 kesan."    Çevîrmen, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş jî û wiha lê zêde kir: "Li girtîgehê girtiyên kal û pîr û girtiyên nexweş pir in. Kesên serî li me didin beşek ji wan bi nexweşiyên kronîk in. 8 kes ji bo testa koronavirusê bikin israr kirin û di 6 kesan de vîrûs derket. Kesên vîrûs bi wan re derketiye bêyî têxin qerantînayê dîsa dişînin qawîşa wan."     Çevirmen, herî dawî anî ziman ku ji bo mafên girtiyan biparêzin û girtî serbest bên berdan serî li Wezareta Tenduritiyê, Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajar, Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê, Saziya Venêrtina Cemaweriyê daye. Hemû kes ji geşadên li Girtîgeha Sîlîvrî agahdar e. Divê tedbîr bên gritin."    MA / Berivan Altan