Tûrsûn: Sedama tundiya polîsan ne cezakirine 2020-05-28 09:26:16 ÎZMÎR - Serokê Weqfa Baran Tûrsûn Mehmet Tûrsûn, diyar kir ku sedama zêdebûna tundiya polîsan, bingeha xwe ji polîtîkayên ne cezakirinê digire û got: “Rayedar bi daxuyaniyên didin tundiyê meşru dikin.”  Di pêvajoya şewba vîrûsa Korona (Kovîd-19) de, tundî û îşkenceya polîs û nobedaran pir zêde bûn. Serokê Weqfa Baran Tûrsûn Mehmet Tûrsûn, bal kişand ser zêdebûn tundiya polîsan û da zanîn ku pirgirêkê bingehin polîtîkayên ne cezakirinê ne. Tûrsûn guhertina Qanûna Erk û Rayeya Polîsan nirxand û wiha axivî: “Ji roja ku ev qanûn hatiye guhertin ve 90 jê zarok bi giştî 403 kes hatin kuştin. Ev mirovên hatin kuştin, ne  li dijî polîsan derketin û ne jî tu sûc wan hebû.”    GUMAN TÊGÎNEK RAZBERE    Tûrsûn, da zanîn ku ji ber têgînên pêşbînî, teqdîr û guman ên di Qanûna Erk û Rayeya Polîsan de, pêvajoya darazê bi ne cezakirinê bi encam dibe û wiha got: “Di vê qanûnê de derbarê polîsan de 3 têgînên bi xefik hene. Dema ku polîs pêşbînî, teqdîr û gumanê bibîne, rayeya berî ku raweste divê gule berde hatiye dayîn. Guman têgînek pir razbere. Di wê demê polîs bixwaze mirovan çawan bibînin, dikarin li gorî derûniya xwe nêz bibin. Ev cînayet ji ber van sedemên erzan tên kuştin. Polîsên ku mafê jiyanê yê mirovan binpê dikin, ji ber van sedeman beraet dikin. Heya ku ev têgîn di vê qanûnê de hebin, wê daraz nekare polîsan ceza bikin. Divê demildest ev têgînin razber ji vê qanûnê bên derxistin.”   ‘CÎNAYET DEWAM DIKIN’   Tûrsûn, dest nîşan kir ku kujerên Kemal Kûrkût, Emrah Barlak, zext û tundiyê îro tên kirin hemû nehatin cezakirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ligel ku şahidên van bûyer hatin bû jî, polîs dîsa nehatin cezakirin. Polîsên ku van hemûyan dizanîn, bi awayekê pir rehet îşkencê li mirovan dikin û çeken xwe bi kar tînin. Ji bo ku ev rewş bê guhertin, divê berî her tiştî ev qanûn bê guhertin. Ger qanûn neyê guhertin, wê ev cînayet û tundî dewam bikin.”    MA / Sevda Aydin