Vê carê ji bajêr berê xwe dan gund 2020-05-28 09:24:13 AMED - Nêzî 100 kesên ku piraniya wan ciwan in, piştî şewba vîrûsa coronayê belav bû berê xwe dan gundên xwe û dest bi çandinî û sewalvaniyê kirin.  Di dema şewba vîrûsa coronayê de piştî ku kargeh hatin girtin gelek kes berê xwe dan gundên xwe. Yek ji van devaran jî gundê Hêlîn ê Pasûr a Amedê ye. Nêzî 100 kes ku piraniya wan ciwan in piştî şewb belav bû hatin gund û dest bi sewalvanî û çandiniyê kirin.    Şahabettîn Baran ku li Stenbolê garsontî dikir, piştî şewb belav bû berê xwe daye gundê xwe. Baran got: "Berê me li gund sewalvanî dikir. Herêma me ji ber ku herêmeke çiya ye çandinî pirnayê kirin. Di sewalvaniyê de jî êrîşên guran bandoreke mezin li me dikir. Ji ber van tiştan em mecbûr man berê xwe bidin bajaran."    Baran, anî ziman ku gava li Stenbolê dixebitî şewb dest pê kiriye û got: "Piştî şewb dest pê kir cihê karê me hat girtin. Piştî hat girtin em wis aman li holê. Me dît em nikarin ji bin heqê kirê, xwarin, av, ceryan û gazê derkevin me berê xwe da gund. Tenê ne ez em nêzî 70 ciwan hatin gund."    Baran, diyar kir ku piştî hatiye gund dest bi karê mêşvaniyê kiriye û ji karê xwe memnûn e û got, êdî naxwaze ji gund biçe. Baran, anî ziman ku piştî hatiye gund hem di warê aborî hem jî du warî derûnî de rihet bûye û bang li kesên ji gundan berê xwe dane bajaran kir ku vegerin gundên xwe.    MA / Fethî Balaman