Dêra ku di nav çopê de maye bê kes û kûs maye 2020-05-28 09:10:37 ŞIRNEX - Li Qilebanê dêra asûriyên ku 95 sal berê bi darê zorê hatine koçberkirin bê kes û kûs maye. Dêra navbirî demekê wekî xanî û axur hatiye bikaranîn, lê belê niha ji çopan xalî nabe.    Heya salên 1920'an jî li gelek gundên Qileban a Şirnexê asûrî hebûn. Lê belê piştî qirkirina ermeniyan a di sala 1915'an de piraniya asûriyên li herêmê jî dev ji warê xwe berdan û çûn. Yek ji gundê ku asûrî lê diman jî gundê Elemûnê ye. Piştî gund hat avlakirin gelek kes ji Herêma Kurdistana Federe hatin li vira bi cih bûn. Piştî asûrî çûn avahiyên ji wan man jî hatine texrîbkirin.    Yek ji van avahiyan jî dêra li gund e. Ji ber ku li ser dêrê tu nivîs tunene nayê zanîn kengî hatiye çêkirin. Lê belê piştî asûrî çûne dêr jî wekî xanî hatiye bikaranîn. Dû re gava avahiyên nû hatine çêkirin dêr jî wisa bê kes û kûs hatiye hiştin. Niha ji çopê xalî nabe.    'DIVÊ EM XWEDÎ LÊ DERKEVIN'    Şêniyê gund Salîh Olmez, diyar kir ku bi qasî ku mezinên wan ji wan re gotiye der barê dêrê de bi çend malûmatan dizanin û got: "Mezinên me di sala 1925'an de hatine vî aliyê sînor û li gund bi cih bûne. Gundê em lê bi cih bûne ê asûriyan e. Lê belê gava hatine gund kes lê tunebûye." Olmez, anî ziman ku gava mezinên wan hatine gund, li gund tenê 4 mal û dêrek hebûye û malbata wan jî bi salan di vê dêrê de maye. Olmez, bilêv kir ku piştî nifûsa wan zêde bûye xanî çêkirine û dû re hin kesan baxçê dêrê xera kiriye li şûna wê xanî ji xwe re çêkirine.    Olmez, got: "Hin kesan jî ji dêvla axur bi kar anîn. Lê niha vala ye, bûye cihê çopê. Mirov çopên xwe li hundirê dêrê vala dikin. Êdî divê hin kes xwedî lê derkevin, em dixwazin selihandin. Berê tiştên êşbar qewimîne, lê divê em xwedî li vî cihwarê qedîm derkevin."    Her wiha Olmez, anî ziman ku hin kesan jî kevirên dêrê birine ji xwe re pê xanî ûa xur çêkirine û got. "Kevirên îşaret li ser wan hemû winda bûn." Olmez, diyar kir ku çend sal berê hin kes hatine gund û gotine dêr a wan e û gava çav bi halê dêrê ketine gotine: "Ma me mizgeft bixist vî halî we yê qebûl bikira?"