2 girtiyên extiyar û nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin 2020-05-28 09:04:46 RIHA - Mûzaffer Çakmak (65) û Ferîdûn Gunbegî (60) ku di Girtîgeha Tîpa T a Rihayê de ne, gelek nexweşînên wan hene lê dîsa jî nayên berdan. Parêzer Hîdayet Enmek, anî ziman ku muwekîlên wî bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin.    Mûzaffer Çakmak (65) û Ferîdûn Gunbegî (60) ku di Girtîgeha Tîpa T a Rihayê de ne, her du jî nexweş in. Bi Çakmak re KOAH, astiima kronîk, nexweşîna dil û hestiyan pê re heye û Gunbegî jî bi nexweşîna çolyakê ketiye. Parêzerê wan Hîdayet Enmek, anî ziman ku muwekîlên wî bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin.    KCD'Ê ÎLLEGALÎZE DIKIN    Parêzer Enmek, anî ziman ku muwekîlên wî di 9'ê Cotmeha 2019'an di dema operasyona eskerî ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li bajêr polîsan avêtiye ser malan û di avaêtina ser malan de muwekîlên wî hatine girtin. Enmek, bilêv kir ku muwekîlên wî nexweş in û xwest bên berdan.    Enmek, diyar kir ku muwekîlên wî ji ber ku endamên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bûne hatine girtin û got, bi vî awayî KCD tê îllegalîzekirin.    BI MIRINÊ RE RÛ BI RÛ HATINE HIŞTIN    Enmek, diyar kir ku ji ber şewba vîrûsa coronayê der barê jiyana muwekîlan de bifikar e û bal kişand ser nexweşînên muwekîlên xwe. Enmek, destnîşan kir ku ji bo berdana muwekîlên xwe serlêdan pêk aniye lê belê serlêdanên wî esas nehatine girtin. Enmek, bal kişand ser rewşa muwekîlê xwe Çakmak û got: "Hê jî girtiye û di şert û mercên nebaş de jiyana xwe îdame dike. Em baş dizanin ku vîrûsa coronayê herî zêde bandorê li kesên nexweşînên wan ên kronîk hene dike. Lê belê darazê ji bo berdewamiya girtina muwekîlên me biryar da. A rast darazê li girtîgehê muwekîlê me bi mirinê re rû bi rû hişt."    Emmek, bal kişand ser rewşa muwekîlê xwe yê din Gunbegî jî ku nexweşîna çolyakê pê re heye û got: "ev nexweşîneke pir giran e, tedawiya wê tuneye. Kesên bi vê nexweşînê diekvin ji xeynî zexîreyên glûtenî niakrin tiştekî din bixwin. Malbata wî zexîreyên wî jê re dişîne, lê belê heya didin wî hefte derbas dibin. Ji ber vê her diçe muqawemeta laşê wî lawaz dibe."    Enmek, destnîşan kir ku bi zanebûnî muwekîlên wî bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin û got: "Bi awayekî aşkere dibêjin 'ji bo me sax in mirîne ferq nake.' Em ji bo berdana wan tim serlêdanê pêk tînin. Bi biryarnameya serokkomar derketina derve ya kesên di ser 65 salan re qedexeye. Her wiha yim bang dikin ku kesên nexweşînên wan ên kronîk hene divê dernekevin derve. Lê mirovên bi vî rengî yên di girtîgehan de? Ev dubendîbûnî ye. Ev mirov ji ber fikrên xwe yên siyasî bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin. Der barê muwekîlên me de tu delîleke berbiçav jî tuneye."