Vê carê jî polis û notirvanan li Sûltanbeyliyê êrîş kirin 2020-05-26 10:51:09   STENBOL – Li navçeya Sûltanbeyliyê, bi hinceta ku bêyî destûrname derketine derve 2 kes ji aliyê polis û notirvanan ve hatin derbkirin. Polis û notirvanan deste her du yan jî bi pişt ve wan ve girêda û binçav kirin.   Di rojên dawîn de tundiya polis û notirvanan zêde bûye. Bûyereke din a tundiyê li tundiya polis û notirvanan zêde bû. Piştî Çorlû, Eyup, Zeytînbûrnû û Cizîrê niha jî li navçeya Sûltanbeylî ya Stenbolê bûyreke tundiyê bi dîmenan derket holê. Li navçeyê bi hinceta ku destûrnameyên wan tunene 2 kes ji aliyê polis û notirvanan ve hatin derpkirin. Di dîmenan de tê dîtin ku her du kesên hatine derbkirin destê wan bi pişt van ve hatiye kelemçekirin û hatine binçavkirin. Dîsa polisan bi van, “Nekişînin lawo, belav bibin” gotinan heqeret li kesên ku derketin şaneşînên xwe û xwestin ku dîmenên kêliya tundiya wan bikişînin kirin.