'Zarokên me dîrok nivîsandin' 2020-05-26 09:07:29 AMED - Malbatên ku gorên zarokên wan ên li Goristana Sîsê cara 3'emin hatin rûxandin bertekên xwe anîn ziman û gotin: "Zaroken me dîrok nivîsandin. Niha jî bi cenazeyên xwe têdikoşin. Ruhê wan her tim zindî ye."   Malbatên ku eskeran di 22'ê Gulanê de gorên zarokên wan ên li Goristana Sîsê ya Navçeya Lîceya Amede cara 3'emîn rûxandin, bertekên xwe anîn ziman. Malbatên ku çûn gorên zarokên xwe ziyaret kirin, dîtin ku gorên zaroken wan hatine xerakirin. Malbatan, bertekên xwe anîn ziman û destnîşan kirin ku di dema operasyonên eskerî de gorên zarokên wan hatine xerakirin. Goristana Sîtê ya ji gorên endamên PKK’ê pêk tê, di sala 2015’an jî du caran rastî êrîşa bombeyan hatibû û eskeran bi bombeyan rûxandibûn. Malbatan, êrîşa li dijî goristanê şermezar kirin û diyar kirin ku ew vê yekê qebûl nakin.    '20 SALAN HER ROJ MIN BERÊ XWE DA EZMAN Û DUA KIR   Rûkiye Ok a gora kurê wê Abdulbasît Ok (Hemdem) ê PKK’yî ku di 13’ê Gulana 1994’an de li Gundê Sîsê yê Licê jiyana xwe ji dest dabû, diyar kir ku êrîşên li dijî goristanan şikandina nirxên gel e û got: “Ez 20 salan li gora kurê xwe geriyam. Goreke ez li ser dua bikim, li ser bigirim, pê re biaxivim, kêfxweşiya xwe parve bikim tune bû. 20 salan her roj min berê xwe da ezman û çiyayên bilind, destê xwe vekir û dua kir. Piştî 20 salan gorek kurê min çêbû. Zarokên me dîrok nivîsandin. Cenazeyê zarokên me li dijî van êrîşan li berxwe didin. Ruhê wan zindîye û her têdikoşe, Bi êrîşa li dijî goristanan êrîşî nirx û têkoşina civakê dikin. Divê em li têkoşîn û bîranîna wan xwedî derkevin û destûr nedin van êrîşan.”   ‘REWŞEKE XEMGÎN E’   Xwişka Bilal Fîdan (Dijwar) ê PKK’yî ku di sala 1995’an de li Gundê Şawo yê navçeya Farqîna Amedê jiyana xwe ji dest dabû, Yasemîn Kaya jî diyar kir ku cara 3’emîn e êrîşî goristan dikin û got: “Ji ber qedexeya derketina kolanan me nekarîbû biçin gora birayê xwe bibînin. Em ê piştî qedexeyê biçin bibînin. Ev me pir xemgîn dike. Em êrîşan qebûl nakin. Ev kîn û nifrîn nayê qebûlkirin. Em her tim jiyanek wekhev û aştiyane dixwazin û diparêzin. Hevî dikin ku rojekê ev kîn û nefret biqede û goristanên bîr û hişê me ne rastî van êrîşan nayên.”   MA / Ayşe Surme - Fahrettîn Kiliç