KÎD: Bila cejn bibe wesîleya vejîn û raperînê 2020-05-24 10:57:29   STENBOL - Kongreya Îslama Demokratîk  (KÎD, bi minasebeta Cejna Remezanê peyamek weşand u xwest Cejna Remezanê bibe wesîleya edalet, azadî, vejîn û raperîna mirovahiyê.    Li ser navê Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD), Hevberdevka KÎD'ê û parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, bi minasebeta Cejna Remezanê peyamek weşand u xwest Cejna Remezanê bibe wesîleya edalet, azadî, vejîn û raperîna mirovahiyê. Kaya diyar kir ku di serî de alema îslamê û hemû gelên cîhanê her roj bêtir hesret û bêrîkirina wan a azadî, aştî, aramî edalet û demokrasiyê zêde dibe. Kaya da zanîn ku hemû kesên di ferqa heqîqetê de ye, her ku diçe bêrîkirina wan a mirovahiyê zêde dibe û wiha got: "Kengî li ser ruyê erdê mirovahî, edalet û wekhevî pêş ket wê demê emê karibin şahidê edaletê bin. Em bi heviya ku ev cejn bibe wesîleya hemû gelê musulman û mirovahiyê ya raperîn, vejîn, azadî û edaletê cejna we tevan pîroz dikin."