Dozger bêyi îfadeyên wan bigire xwest bên girtin 2020-05-23 16:01:04   AMED – Dozgerê Komarê yê Amedê, ji 18 kesên ku sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin, bêyî li îfadeya 14 kesan guhdar bike, bi daxwaza girtinê ew sewqî dadgehê kirin.   Dayika Aştiyê Havva Kiran, rêveberên Komeleya Jinan Rosayê û siyasetmedar jî di nav de 18 kesên ku di çarçoveya lêprisîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatin binçavkirin, 14 ji wan bêyî ku li dozgeriyê îfadeyên wan bên girtin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.   Dozger, di encama nirxandina îfadeyên ku li Miduriyeta Polisan a Amedê hatibûn girtin de, bi şertê kontrola edlî berdana Endama Damezrîner a Komeleya Jinan a Rosayê Ayla Akad Ata, Aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn, Endama Meclisa Şaredariya Yenîşehîtê Nevriye Çûr û Nazîre Tûrsûn xwest.   Navên kesên ku bêyî girtina îfadeyên wan daxwaza girtina wan hat kirin wiha ye: “Seroka Komelea Jinan a Rosayê Adalet Kaya, damezrînera wê Narîn Gezgor, rêvebera wê Fatma Gultekîn, Aktîvîsta TJA’yê Gulcîhan Şîmşek, Hevserokê Giştî yê Berê yê DBP’ê MEHMET Aslan, Endama Lîjneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê Ozlem Gunduz, Hevseroka Rexistina HDP’ê ya Yenîşehîrê Remziye Sizici, endamên Meclisa Şaredariya Rezan Huseyîn Harman, Veysî Kûzû û Gonul Aslan, Endama Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Sevîm Coşkûn, endamê HDP’ê Mehmet Alî Altinkaynak, siyasetmedarê kurd Celal Yoldaş, Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê Havva Kiran.”