Notirvanan li ciwanê ku ji bo avêtina çopê derket derve xistin 2020-05-23 13:01:04   ENQERE – Serokê Iyî Partiyê yê Enqereyê Yetkîn Ozturk, ragihand ku notirvanên ku her dem bi binpêkirinên mafan dikevin rojevê, li Etîmesgûtê welatiyekî ku ji bo avêtina çopê derketiye derve bi awayekî tund derp kirine û ev tişt got: “Bila êdî dawî li zilma notirvanan bê.”   Serokê Iyî Partiyê yê Enqereyê Yetkîn Ozturk, li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihand ku beriya 6 rojan ciwanekî ku ji bo valakirina çopê derketiye derve ji aliyê notirvanan ve biç oyan hatiye derpkirin. Ozturk, diyar kir ku notirvanan bi gaza îsotê êrîşî malbata ciwan ku xwestiye mudaxaleyî buyerê bikin jî kirine û piyan pêl singa bavê ciwan ê bi nexweşiya astimê kirine.   PÊL SINGA BAVÊ DIKIN   Ozturk, têkildarî mijarê ev tişt nivîsand: “Ciwanê bi navê Serkan ji bo avêtina çopê derdikeve derve. Du notirvanên li herêmê peywirdar, li ber ber derê bînayê ji ciwan pirsa ku çima derketiye derve dikin. Notirvan ciwanê ku ji wan re dibêje ji bo avêtina çopê derketiye derve bi awayekî hovane derp dikin. Notirvan gaza îsotê berî ser malbata ciwan ku bûyerê dibihîze û helw dide mudaxale bike jî didin. Bi piya pêl singa bavê ciwan ku bi nexweşiya astimê ye dikin û ew digirin. Bi komeke tewqiye ku ji 20 notirvan û polisan pêk tê, destê ferdên malbatê di pişt de kelemçe dike û dibe qereqolê.   QAMERAYAN JÊ DIKIN   Notirvan, Serkan û malbata wî destê wan di pişt wan de kelemçekirî ji bo kontrolê dibin nexweşxaneyê û bijîjk bi rengî wan mieyne dike. Li qereqolê bi dehan car ji wan re ‘terorîst’ tê gotin. Destûr nadin ku dayik nimêj jî bike. Di paşîvê ku malbat avê dixwaze lawaboyan nîşanî wan didin. Li gel ku ne qanûnî ye jî îfadeyê zarokê 12 salî bi tena serê wî digirin. Piştî 2 saetan qamerayên bi bînayê ve tên jêkirin. Serkan dema ku li Colemêrgê leşkerî dike ji be teqîna mayînê di guhên wî de pirsgirêka bihîstinê hene. Serkan dibêje, ‘Ez nanê xwe bi çavên xwe qezenc dikim’. Birayê min ê karker ku niha li şaredariyê saetan dixwîne rewşa wî gelek xedar e.” Ozturk, dema ku vê parvekirinê kir Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû etiket kir û ev tişt nîvîsand: “Bila êdî zilma notirvanan bi dawî bibe.”