Keskîn: Bêdengiya mûxaletefê Kaya kuşt 2020-05-23 11:48:01   STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, diyar kir ku Saziya Tipa Edlî ji ber ku zanî wê Sabrî Kaya jiyana xwe ji dest bide, rapora “Nikare di girtîgehê de bimîne” dayê û ji ber mirina Kaya bêdengiya mûxalefeta civakî rexne kir.   Girtiyê nexweşê giran Sabrî Kaya yê li Girtîgeha Jimara 2’yan a Tîpa T a Osmaniyê dihat girtin, di roja hat berdan de jiyana xwe ji dest dabû. Kaya di girtîgehê de gelek caran krîza dil derba kiribû û xwîn çûbû ser mejiyê wî. Kaya yê 3 caran rakirin beşa lezgîn û di her 3 caran de jî hat gotin “Rewşa wî başe” û paşve şandin girtîgehê, Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyê di 20’ê Gulanê de rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” dayê. Kaya yê roja hat berdan jiyana xwe ji dest da.   BÊDENGÎ KUŞT   Hevseroka Giştî ya Komelya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, diyar kir ku Saziya Tipa Edlî ji ber ku zanî wê Sabrî Kaya jiyana xwe ji dest bide, rapora “Nikare di girtîgehê de bimîne” dayê. Keskîn, anî ziman ku girtî bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin û wiha axivî: “Ev rewş ji bo kurdan pêkanînek ‘taybete.’ Di vê pêkanînên de ‘hiqûqa dijminantiyê’ bi rêve dibin. Sedema pêşxistina van kiryaran jî, bêdengbûna mûxalefeta civakiye. Me dizanîbû ku wê encam wiha be. Li dijî Kaya û girtiyên din ên nexweş polîtîkayeke bêwijdan di dewrê deye. Em vê polîtîkayê weke hiqûqa dijminantiyê dinirxînin. Niha gelek girtiyên mîna Sabrî Kaya hene. Weke ku li benda mirina van mirovane.”   TU MAFÊ KURDAN TUNEYE   Keskîn, da zanîn ku dema girtî kurd bin her tişt diguhere û wiha got: “Mafê kurdan tuneye. Mixabin, civak jî, pir zêde bertekê nîşan nade. Yanî kurdan weke mirovan nabînin. Ger tu kurd bî tu tiştekê heq nakî. Wisan li kurdan mêze dikin.”   'BI WIJDAN BIN’   Keskîn, bal kişand ser şert û mercên girtîgehan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hîna jî di girtîgehan de, gelek girtiyên nexweş di şert û mercên xirab dijîn. Ji bo ku ev girtî bijîn divê mûxalefeta civakî bi wijdan nêz bibe. Ji hemû kesan re dibêjim bi wijdan bin.”   MA / Mehmet Aslan