Azadiyê binpê dikin 2020-05-23 11:40:56   AMED - Meclîsa Jinan a Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, binçavkirina siyasetmedarên Kurd ên aktivîstên jin şermezar kirin û diyar kirin ku bi vê yekê azadiya raman û îfadeyê hatiye îhlalkirin.    Meclîsa Jinan a Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, têkildarî binçavkirina siyasetmedarên Kurd ên aktivîstên jin daxuyanî dan. Platformê di daxuyaniyê de binçavkirina siyasetmedaran şermezar kir û anî ziman ku ev binçavkirin binpêkirina mafê azadiya raman û îfadeyê ye. Meclîsa Jinan a Platdformê anî ziman ku di demên dawî de ev operasyonên li dijî mafên mirovan, saziyên ku xizmeta jin, zarok û civakê dikin zêde bûne û bi organîze didomin. Platformê anî ziman ku xebatên Komeleya Jinan a Rosa, Meclîsa Dayikên Aştiyê û siyasetmedarên jin ên Kurd bi awayekî aşkere xebatê dikin."    SERBEST BARDIN   Meclisa Jinê ya Platformê bang li rayedaran kir û diyar kirin ku ev yek îhlala mafê azadiya raman û îfadeyê ye û xwestin bi lez siyasetmedarên Kurd û aktîvîstên jin serbest berdin.