Hinceta binçavkirinan beşdarî daxuyanî û çalakiyan bûyîne 2020-05-22 16:07:33 AMED - Hat hînbûn ku 18 kes bi hincetên di demên cuda de beşdarî daxuyaniyên çapemeniyê bûyîn, qeyûm û tecrîd şermezar kirin, çûyîna şînê û tevlî çalakiyên greva birçûbûnê bû ne de hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi rêve bir de Dayika Aştiyê Havva Kiran, rêveberên Komeleya Jinan a Rosa û siyasetmedarên kurd jî di nav de 18 kesên serê sibê hatibûn binçavkirin li Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan a Amedê tên girtin.    Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, 18 kes bi hincetên di demên cuda de beşdarî daxuyaniyên çapemeniyê bûyîne, qeyûm û tecrîd şermezar kirine, çûyîna şînê û tevlî çalakiyên greva birçûbûnê bûne de hatin binçavkirin.   Polîsan di dema serdegirtinên malan de dest danîne ser telefonan, tablet, pirtûk, kovar, ajanda, qerta SIM’ê, hard dîskan, flash bellekan, bilgiseyar, kartpostalan û tabelayên resîman.   KESÊN HATIN BINÇAVKIRIN    Navên kesên di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin wihane: Endamên Avakara Komeleya Jinan a Rosa Narîn Gezgor û Ayla Akat Ata, Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad ( TJA) Gulcîhan Şîmşek û Zelal Bîlgîn, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê berê Mehmet Arslan, endama Desteya Rêveber a Navenda (MYK) ya HDP’ê Ozlem Gunduz, Hevserokên Rêxistina HDP’ê yên Yenîşehîrê Remziye Sizici û Kasim Kaya, endamê HDP’ê Mehmet Alî Altinkaynak, siyasetmedarên kurd Celal Yoldaş û Nazîle Tûrsûn, Rêvebera Komeleya Jinan a Rosa Fatma Gultekîn. Endamên Meclîsa Şaredariya Rezanê Huseyîn Harman û Gonul Aslan, endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Sevim Coşkun, endama Meclîsa Şaredariya Yenîşehîrê Nevriye Çûr û endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran.