Goristana li Licê cara 3’yemîn hat rûxandin 2020-05-22 14:58:36 AMED – Li Licê goristana ku beriya niha ji esmanî û bejahiyê ve hatibû bombebarankirin, cara 3’yemîn hat rûxandin.   Hat zanîn ku goristana li gundê Sîsê ya girêdayî navçeya Licê ya Amedê carek din hat rûxandin. Ev rûxandin bi wesîleya Cejna Remezanê ku malbat çûn serdana goristanê derket holê. Malbat kêliya ku çûn goristanê bi rûxandinek nû re rûbirû man. Malbatan diyar kir ku hemû gor hatine rûxandin, kêlikên goran ku bi kurdî hatine nivîsandin hemû hatine şikandin û kevirên hatine şikandin carek din li di cihê wan de bicih kirin.   MALBATAN GOT ESKERAN WIHA KIRIYE   Malbatan destnîşan kir ku nayê zanîn goristan kengê hatiye rûxandin û ev rûxandin di van rojên dawî de ku operasyona eskerî li wê herêmê hebû pêk hatiye.   CARA 3'YEMÎN E   Goristana aîdî endamên PKK’ê ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane ye. Goristan di sala 2015’an de du caran ji esmanî û bejahiyê ve hatibû bombebarankirin û rûxandin. Bi vê êrişê re ev cara 3’yemîn e goristan tê rûxandin.