Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê daxwazname dan 2020-05-22 14:49:18   STENBOL - Malbat û parêzerên Rêberê PKK Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo di Cejna Remezanê de biçin li Îmraliyê hevdîtinê bikin daxwazname dan Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê.    Mehmet Ocalan ji bo bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê hevdîtin bike, li gel vasiyê Ocalan Mazlum Dînç, daxwazname dan Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û xwestin di navbera 27-29'ê Gulanê de bi Ocalan re hevdîtinê bikin.    Dîsa Parêzerên Ocalan Rêzan Sarica, Raziye Turgut, Îbrahim Bîlmez û Serbay Koklu jî bi heman armancê xwestin di navbera 27-29'ê Gulanê de bi Ocalan re hevdîtinê bikin û daxwazname dan Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê.    MALBATÊN GIRTIYÊN DIN JÎ SERLÊDAN KIR   Ji malbatên girtiyên din birayê Omer Hayri Konar Ali Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û Xwişka Veysi Aktaş Melihe Çetin jî li gel parêzeran serlêdean kirin û xwestin biçin Îmraliyê hevditinê bikin. Malbatan di heman demê de xwestin mafê wan  ê telefonê jî bê dayîn   PIŞTÎ 21 SALAN CARA YEKEM BI TELEFONÊ AXIVΠ   Rêberê PKK'ê Ocalan piştî 21 salên li Îmraliyê yekem car di 27'ê Nîsanê de bi malbatê re axivi. Malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê jî piştî 2015'an yekem car bi telefonê axvîn.    PARÊZER 8 SALAN NEKARÎBÛN BIÇIN ÎMRALIYÊ    Parêzerên Ocalan piştî  8 salên 27'ê Tîrmeha 2011'an di 2'ê Gulanê de dîsa çûn Îmraliyê. Piştî 8 salan Parêzerên Ocalan Nevroz Uysal û Rezan Sarica, di 2-22'ê Gulanê, 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de bi Ocalan re hevdîtin kiribûn. Ji wê demê heta niha dîsa hemû serlêdanên parêzeran bê bersîv tên hiştin.    Omer Hayri Konar û Veysi Aktaş, di 15'ê Adara 2015'an heta niha, tenê di 5'ê Hezîran û 12'ê tebaxa 2019 û 2'ê Adara 2020'an bi malbaten xwe re hevdîtin kirin. Hamîlî Yildirim jî ji roja birine Îmraliyê 15'ê tîrmeha 2015'an heta niha tenê di 5'ê Hezîran û 12'ê Tebaxa 2019'an de bi malbatê re hevdîtin kiriye.