Malbata Kaya: Li benda mirina wî bûn 2020-05-22 14:30:08 EDENE - Biraziyê Sabrî Kaya yê girtiyê nexweş ku jiyana xwe ji dest da got: “Piştî ku apê mir biryara berdana wî dan. Ev wîjdanek çawa ye. Li benda mirina wî bûn.” Girtiyê giran ê nexweş Sabrî Kaya ku li Girtîgeha Jimara 2’yan a Tîpa T a Osmaniyê dihat ragirtin duh biryara berdana wî hatibû dayîn. Ev demek bû Kaya li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Çûkûrovayê dihat dermankirin. Ji bo Kaya di 20’ê gulanê de Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyê rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” da û heman rojê sewqî Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Çûkûrovayê hat kirin. Piştî rapor ji bo Kaya hat dayîn duh Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyê biryara berdanê wî dabû. Kaya piştî ku hat berdan jiyana xwe ji dest da.   Kaya li navçeya Ceyhana Edeneyê di sala 2000’î de bi hênceta tevlî bûyerek di sala 1998’an bûye hatiye binçavkirin. Ji bo dosyeya wî biryara neşopandinê hatibû dayîn. Pişt re li ser gotinên îtîrafkarek Kaya carek din tê binçavkirin û girtin û cezayê hepsê lê tê birîn. Kaya ji sala 2010’an ve di girtîgehê de ye û du caran krîza dil derbas kir û emeliyat bû.   NEXWEŞÎNÊN GIRAN LÊ PEYDA BÛN   Di girtîgehê de nexweşînên wek dil, xerabûna rîtmê, şeker, mîde, astim, bronşit, kolesterol, tasnsiyon û nexweşînên din li Kaya peyda bûn. Di sala 2013’an de ji ber rewşa tenduristiyê înfaza wî ji bo sê mehan tê rawestandin. Pişt re Saziya Tiba Edlî dibêje nexweşînên wî tune ne û carek din tê girtin û wî diavêjin girtîgehê.   30 CARAN WÎ RAKIRIN NEXWEŞXANEYÊ   Kaya di 25’ê adara îsal de krîza dil derbas kir Û xwîn çû ser mêjiyê wî. Kaya felç ma û nikaribû biaxive. Sê caran wî rakirin beşa lezgîn a nexweşxaneyê. Lê tevî van nexweşînên giran jî wî ji nexweşxaneyê derxistin û şandin hepsê. Kaya di nava vê deme de 30 caran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyê. Tevî ku serlêdanê ji bo berdana wî dihatin kirin jî lê dadgehê ew bernedida.   BERDAN LÊ…   Di rojên dawî de vê carê roviyên Kaya du caran xwîn bûn û li nexweşxaneyê dihat dermankirin. Piştî ku duh biryara berdana wî hat dayîn, di heman rojê de jiyana xwe ji dest da. Ji bo Kaya serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn hatibû dayîn û li gel ewqas rewşa wî giran bû jî daxwaza berdana wî hatibû redkirin.   ‘LI BENDA MIRINA WÎ SEKINÎN’   Biraziyê Kaya, Serhat Kaya diyar kir ku apê wî di encama xemsariya rayedaran de jiyana xwe ji dest daye û wiha bertek nîşan da: ““Piştî ku apê mir biryara berdana wî dan. Ev wîjdanek çawa ye. Li benda mirina wî bûn. Ji bo apê min serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn hat dayîn. Lê hat red kirin. Piştî vê redkirinê rewşa apê hin bêtir xera bû. Li ser vê yekê biryara berdana bi şertê sê mehan hat dayîn. Ji bo apê min mudaxeleyên pêwîst nehatin kirin. Ev pêvajo hemû bi zanebûn hat birêvebirin.”   MA / Hamdullah Kesen