'AKP dê wekî partiya herî zêde ji jinê ditirse derbasî dîrokê bibe' 2020-05-22 13:53:16 AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) binçavkirina siyasetmedarên kurd şermezar kir û diyar kir ku koalîsyona nijadperest a AKP-MHP'ê mahkûmê windakirinê ye û got: "AKP dê wekî partiya herî zêde ji jinê ditirse derbasî rûpelên dîrokê bibe. Em wekî KCD'ê van zextên li ser siyasetmedar û jinên Kurd bi tundî şermezar dikin."    Kongreya Civaka Demokratik (KCD), têkildarî binçavkirina dayika Aştiyê, nûnerên jinên Kurd û siyasetmedarên Kurd daxuyani da. KCD'ê anî ziman ku serê sibê polîsan bi ser gelek malan de girtine û di serdegirtina malan de Dayika Aştiyê Havva Kiran, Sazumankara Komeleya Jinan a Rosa Ayla Akat Ata, Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya, Hevserokê DBP'ê yê berê Mehmet Arslan û gelek siyasetmedarên Kurd binçav kirine. KCD'ê diyar kir ku banga lezgîn dikin û wiha got: "Dayika Aştiyê Havva Kıran zêdeyî 65 salî ye. Di nava koma rîskê ya şewba virusê de ye. Dîsa nexweşiyên wê yên kronîk hene. Ger ku rewşek neyînî pêş bikeve berpirsiyarê wê îqtîdara AKP'ê ye. Ji ber ve yekê dive bi lez Dayika Havva serbest bê berdan."    WÊ ÎQTÎDARA HERÎ ZÊDE JI JINÊ DITIRSE NÊ NASIN   KCD'ê, destnîşan kir ku îqtîdara AKP-MHP'ê dê tevî hemû sepandinên xwe yên li dijî hiqûq û mirovan dîsa li ser dika siyasetê têk biçe û mahkum e winda bike. KCD'ê wiha lê zêde kir: "Rojek bê dê ew jî hiquqê bi dest nexin. AKP dê wekî îqtîdara herî zêde ji jinê ditirse derbasî rûpelê dîrokê bibe. Ji ber vê yekê bi taybetî herî zêde li dijî jina kurd a siyasetmedar vê dijminantiyê pêş dixe. Divê li dijî vê yekê hemû tevgerên jinan bibin yek û bertekên xwe bînin ziman. Piştevaniyê xurt bikin. Em dizanin ku sedema van êrîşên topyekun ji ber gelê Kurd serî natewîne ye. Dixwaze her tim alozî û kaosê pêş bixe û xwe li ser piyan bihêle. Lê gelê Kurd baş dizane dê kengî çi bike."    DÊ GELÊ KURD Û JIN BI SER BIKEVIN'   KCD'ê herî dawî anî ziman ku zext, tundî û êrîşa li dijî jina kurd û siyasetmedarên Kurd bi tundî şermezar dikin û got: "Dawiya dawî AKP dê winda bike.  Dawiya dawî dê gelê Kurd û jin bi ser bikevin. Em bang li gelê xwe û cemaweriya demokratîk dikin ku li dijî van êrîş û tundiyan bêdeng nemînin û li dijî faşîzmê mil bidin milê hev. "