Polîsan ‘navbeyna fîzîkî’ îhlal kirin 2020-05-22 12:38:21 AMED - Polîsên ku di çarçoveya bergiriyên li dijî şewba vîrûsê hatin girtin de her roj bi hincetên cuda cezayê pereyan li welatiyan birin, navbeyna fîzîkî îhlal kirin û sifreya fitarê danîn.     Li Parka Gulan a navçeya Farqîn a Amedê, polîs û Mûxtarê Taxa Camî Mehmet Can jî di nav de, gelek kes beşdarî xwarina fitarê bûn. Di xwarina fitarê ya mijara gotinê de ye, polîsan bergiriyên navbeyna fîzîkî yên li dijî şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) hatin girtin bin pê kirin.     Bal kêşe ku polîsên her roj di çarçoveya bergiriyên li dijî şewba vîrûsa koronayê de bi hincetên cuda welatiyan derp dikin û cezayên pere li welatiyan dibirin, lê ew bi xwe jî guh nadin qeydên bergeriya navbeyna fîzîkî û sifeya fitarê ji bo xwe datînin.