Li Dersimê erdhej pêk hat 2020-05-22 09:54:07   DERSIM - Li Dersimê bi tundiya 4.3 pileyî erdhejek pêk hat.   Li gundê Kiyilar ê ser bi navçeya Pilemûriyê ya Dersimê, bi tundiya 4.3 pileyî erd hejiya. Erdhej saet di 06:21'ê de bi 5 kîlometreyan li kûrahiya binê erdê pêk hat. Agahî nehate bidestxistin ku ji ber erdhejê tiştek bi kesî hatiye yan xesareke madî bûye yan na.