Li dijî siyasetmedarên kurd operasyon: Gelek kes hatin binçavkirin 2020-05-22 08:35:07 AMED - Di operasyona navenda wê Amedê hat birêvebirin de aktîvîstên TJA'yê, rêveberên Komeleya Jinan a Rosa, Hevserokê Giştî yê DBP'ê yê berê Mehmet Arslan û gelek siyasetmedar hatin binçavkirin. Di çarçoveya lêpirsîneke navenda wê Amedê hat birêve birin de, polîsan di saetên serê sibê de bi ser gelek malen siyasetmedarên kurd de girtin. Polîsan di serdegirtina saet 04.00’ê sibê de, bi saetan di malan de lêgerîn kirin û hemû alavên malan belav kirin.   Di serdegirtina malan a hemwexte de, endama Avakara Komeleya Jinan a Rosa ya Rihayê Narîn Gezgor, endama Avakara Komeleya Jinan a Rosa ya Amedê Ayla Akat Ata, Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad ( TJA) Gulcîhan Şîmşek û Zelal Bîlgîn, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê berê Mehmet Arslan, endama Desteya Rêveber a Navenda (MYK) ya HDP’ê Ozlem Gunduz, Hevserokên Rêxistina HDP’ê yên Yenîşehîrê Remziye Sizici û Kasim Kaya, endamê HDP’ê Mehmet Alî Altinkaynak, siyasetmedarên kurd Celal Yoldaş, Sevîm Coşku û Nazîle Tûrsûn hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên girtin. Hat zanîn ku Narîn Gezgor a li Rihayê hat binçavkirin piştî kontrola tenduristiyê wê bibinin Miduriyeta Polîsan a Amedê. Tê gotin ku hejmara binçavkiriyan dibe zêde bibe.