Girtiyê nexweş roja hat berdan jiyana xwe ji dest da 2020-05-22 08:05:14 EDENE - Girtiyê nexweşê giran Sabrî Kaya, roja hat berdan jiyana xwe ji dest da. Kaya ji 25'ê Adarê ve gelek caran rakirin nexweşxanê û bêyî ku dermankirina wî temam bibe, cardin dişandin girtîgehê.   Girtiyê nexweşê giran  Sabrî Kaya roja ku biryara berdanê derbarê wî de hat dayîn li Nexweşxaneya Balcali ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Çukurovayê jiyana xwe ji dest da. Kaya yê ji sedî 25 dilî wî dixebitî, krîza dil derbas kiribû û xwîn çûbû ser mejiyê wî. Kaya yê 3 cara girtin beşa lezgîn,  di her sê caran de jî hat gotin ku "Rewşa wî başe" û cardin paşve şandin girtîgehê.   Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyê ji bo Kaya di 20'ê Gulanê de rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" da bû. Lê Kaya di heman rojê de sewqî Nexweşxaneya Balcali ya Fakulteya Tipa Zanîngeha Çukurovayê hat  kirin. Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyê li ser rapora Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyê duh ji bo Kaya biryara berdanê da.    Bi vî awayî Kaya di roja hat berdan de jiyana xwe ji dest da. Kaya, di hevdîtina telefonê ya di 6'ê Gulanê ya bi malbata xwe re kir de, bal kişandibû ser rewşa xwe û wiha gotibû: "Êdî hêza min a li ber xwe bidim nemaye. Ezê bimirim."