Îdianameya polîsê ku Hemdanê 18 salî kuştibû hat amadekirin 2020-05-21 21:43:32       EDENE -  Li Edeneyê polîsê bi navê F.K. bi çekê Alî El Hemdanê sûriyeyî kuştibû. Der barê F.K. de bi sûcê "kuştina qesdî" îdianame hat amadekirin.    Di 27'ê Nîsanê de li navçeya Seyhan a Edeneyê polîsê bi navê F.K. bi hinceta "guh nedaye îxtara rawestandinê" çek li Alî El Hemdanê 18 salî yê sûriyeyê teqandibû. Fîşek li dilê Hemdan ketibû û jiyana xwe ji dest dabû.   Piştî Hemdan jiyana xwe ji dest dabû Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê lêpirsîn dabû destpêkirin. Dozgeriyê bi sûcê "kuştina bi qesdî" der barê polîs F.K. de îdianame amade kir. Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Edeneyê jî îdianame qebûl kir.   Di îdianameyê de qeydên kamerayan û beyanên şahidên nepen cih girtine.