Li Wanê tayînkirina qeyûman hat şermezarkirin 2020-05-21 16:49:23   WAN – Rêxistina HDP’ê ya Wanê danîna qeyûmên ser şaredariyên HDP’ê şermezar kir.   Rêxistina HDP’ê ya Wanê derbarê danîna qeyûmên ser şaredariyên HDP’ê bi daxuyaiyek çapemeniyê şermezar kir. Daxuyanî li hewşa avahiya partiyê pêk aht û Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazez Orhan, rêveberên HDP’ê beşdar bûn. Hevseroka HDP’a Wanê Oznûr Bartin axivî û diyar kir ku ligel şewba vîrûsa koronayê xelk daket qadan û qeyûman şermezar kir û wiha got: “Gel xwedî li şaredariyên xwe derdikeve. Xelk hêrsa xwe tîne ziman û polîtîkaya qeyûman pûç dike. Gelê me bi israr dibêje ku qeyûman naxwaze. Li dijî qeyûman wê berxwedana me berdewam bike. Polîtîkaya qeyûman wek deqek reş di dîrokê de cihê xwe bigire. Armanca wan sereke ew e ku destkeftiyên jinan desteser bikin. Pergala hevserokatiya me dikin armanc û wek sûc dibînin. Tayînkirina qeyûman bêhiqûqî ye. Wê bloka AKP-MHP’ê têk biçe û wê carek din berxwedana gel bi ser bikeve.”