Li Stenbolê ji bo girtiyan berdin bang kirin 2020-05-21 15:39:52 STENBOL – TJA  û TUHAD'ê li Stenbolê ji bo girtiyên di bin gefa şewbê de ne, li navçeyan daxuyanî dan û xwestin ku li girtîgehan bergiriyên pêwîst demildest bigirin.  Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (TUHAD), têkildarî zextên li girtîgehan li navçeyên Kartal, Fatîh û Avcilarê yên Stenbolê, bi awayekî hemwaxt daxuyanî da. Daxuyanî li ber rêxistinên HDP’ê yên her sê navçeyan hatin dayîn û beşdar li gorî mesafeya fizîkî li dûrî hev sekinin.   Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya tevlî daxuyaniya li ber Rêxistina HDP’ê ya Fatîhê bû. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Dilşat Canbaz jî tevlî daxuyaniya li ber Rêxistina HDP’ê ya Kartalê bû. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum jî tevlî daxuyaniya li ber Rêxistina HDP’ê ya Avcilarê bû. Li her sê navendan gelek jin tevlî daxuyaniya bûn.   Di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku li girtîgehan ji bo girtiyan berigiryên pêwîst nehatin girtin û ev tişt hat gotin: “Mafê girtiyên siyasî û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi qanûna înfazê re hatiye binpêkirin. Em li vir bang li rayedaran dikin divê qanûn ji bo hemû kesan be."   Di çalakiyan de her sê parlamenter jî axivîn û bal kişandin ser xetereyên li girtîgehan û daxwaz kirin ku ji bo girtiyan li dijî vîrûsa koronayê demildest bergiriyên pêwîst bên girtin.